Fantazîya Kamasûtra qûn li wan qetand

 

 

 

 kamasutra

 De werin li vê sosretê, li vê ecêba kesanedî binerin. Tê bîra min, gava kûçik li hev diketin (bazdidan ser hev) carna bi hev ve dizeliqîn û heta demek dirêj nikarîbûn ji hev veqetin. Ango, haletê kûçik di dêlikê de asê dima û dernediket. Lê min qet bîr nedibir ku wê rojekê ev sosret bê serê mirovan jî.

Li Rûsya jin û mêr (Ivan Sokolov ê 56 salî û Valentîna a 51 salî) xwestine fantazîyekê têxin jiyana xwe ya seksê û hevdu gevizandine. Herdu lotikvanan xwestine li gora pirtûka ku dostekî wan diyarî wan kiribû, bi pozisyona Kamasûtra hevdu germ û nerm bikin û tirrê ji hev berdin.

Welhasil, rabûne pirtûk xwendine, li wêneyên pirtûkê tema?e kirine û xwestine bi ?iklê „Sezlong“ê seksê bikin. Lê çi bê serê wan ba? e hûn zanin? Damarên arkuna jinikê hatine hev, kramp ketiye wan û xiyarê rebenê Îvan Sokolov di kunê de asê maye, hew derketiye. Yanî, wek kûçik û dêlikê bi hev ve zeliqîne. Çi kirine nekirine ji hev derneketiye. Xwe avêtine bextê Îsa û Mûsa çênebûye, xwe avêtine bextê Pûtîn û Medvedev çênebûye, dua ji Gorbaçov û Lenîn re kirine dîsa derneketiye. Rabûne bang li ambûlansê kirine û kirine hawar.

kamasutraaa

Axir, herdu bi hev ve zeliqandî rakirine nexwe?xanê. Gava textor li wan mêze kiriye çi bibîne hayhooooo, wek bero? û qapaxê bi hev ve zeliqîne. Rabûye textor beg gotiye:“Min di we kirino, ma hewara Kamasûtra û Sezlongê bû? Gerek we di xortanîya xwe de Kamasûtrakî qûn li hev biqetanda, ma niha“ û lotikek li wan xistiye. 

Welhasil, pi?tî ku textorê reben demek dirêj tiliya xwe di qûna herduwan de biriye û anîye û wek motorê terektorê dohn kiriye, hêdî hêdî damarên jinikê nerm bûne, veziliyane û xiyarê rebenê Îvan gotiye „fi?t“ û jê derketiye.

Dibêjin pi?tî vê bûyerê, Îvan efendî bi sê telaqan sûnd xwariye û gotiye:“Tobe go ez carek din gûyekî wilo bixwim. Law ma bavê min Kamasûtrakî bazdabû ser dêya min, ma kalikê min bi Sezlongî bazdabû ser pîra min, kê kuta bû min go ez di vî temenî de lotikên Kamasûtrakî bavêjim law“ û ji mirinê filitîye.

Îcar qarda?im, hay ji xwe hebin û hûn jî wek Îvano gana Kamasûtrakî neceribînin. Heger we ceriband jî hesabê qûna xwe bikin û hûn ji min re sax…..

14/04/09-Moskova

(Kamasûtra teknîka seksa Hindîyan e)

About The Author