Xaltîka Fatê û çareserîya demokratîk

Hûn zanin, van heyaman avêtina gavên demokratîk û qa?o çareserîya pirsa Kurd bûye mode û herkes pê serxwe? bûye, bûne wek mirî?ka gêj. Ji alîyek Erdogan û hikûmeta xwe pakêt makêtan amade dikin, ji alîyê din PKK û Ocalan pakêtan amade dikin û ji alîyê din de jî her kesê ku destê wî qelem digre, pakêt, çewal û xurcikan amade dikin.
Û piranîya Kurdên xwelîliser?
Kurd jî bûne wek mirî?ka serjêkirî û virde wêde li dora xwe dizîzikin, hew zanin ji kê yeqîn bikin û ji kê nekin.
Min jî wek sekreterê e?îreta Lotikxanê, yanî wek Sofî Xelef, xwest bizanim bê ka xaltîka me Fatê çi difikire, çi pê?niyazan dike û di xurcika wê de çi quzilqurt heye.
De kerem bikin û li doxînsista xaltîka xwe Fatê guhdarî bikin….
——————-
- Malêêêêêêêê, xaltîka Fatê, xaltîka Fatêêêêêêêê!
- Kuro hêdî biqîre kurê kerê, tu kiyî oxlim? Tu terorîst î, diz î, tecawizcî yî, Apocî yî, Xalocî yî, tu çi mexlûqat î qe?mer?
- Keçê ez im ez, hey topa qiyametê li nav ?eqê te ketê erê welle. Ma te dengê min jî nas nekir?
- Dengê te? Kuro dengê te di?ibe dengê kerê me yê ?amî law, wîî!
- De here lêêêêêêê, xwedênehi?tê erê welle. Ez im ez, Sofî Xelef keçê!
- Sofî Xelef? Wîîîîîîî, kuro xwedê nehi?to, min got qey vê êvara xêrê El Qaîde -Mel Qaîde girtin ser malê ha, ma çima te telefon venekir Sofîîîîîî?
- Keçê xwedênehi?ta jina min telefon ji bêrîka min derxistiye û ve?artiye. Xwedêgiravî ez pê telefonî keçik meçikên porzer dikim. Keçê çima hûn jin ewqasî zikre? û hesûd in lê?
- Qenc û xwe? kir. Ma bilasebeb dibêjin aqlê mêrkê Kurd di serê kîrê wî de ye Sofî. Bi ellawekîl go jina te bi qûna te nîzanîba telefon ji ber te venedi?art lo.
- Werhasil lê, ez ji bo ti?tekî xêrê hatime cem te. Xwendevanan bêrîya nivîsên te kiriye. Dibêjin yan wê xaltîka Fatê binivîse û yan jî em hew dikevin Lotikxanê.
- Hema neketinê ji pirça nav ?eqê min ve. Ma law go nekevin Lotikxanê wê têkevin kîjan qulê? Êêêêêê, ka bêje bê derdê te çiye qulpiz!
- Ez dixwazim li ser pêvajoya îro, avêtina gavên demokratîk, naveroka pakêta Erdogan û ba?qan hevpeyvînekê bi te re bikim. Kurd dibêjin heta em naveroka pakêta xaltîka xwe Fatê nebînin, em tu pakêtan venakin û qebûl nakin ha.
- Na lo, êêêêêêê!?
- Ma em dest bi hevpeyvînê bikin?
- Ka bise ez destnimêja xwe bigrim, fitara xwe vekim, yasîn û fatîhayekê bixwînim û emê dest bi lotikan bikin.
- Peeekkkkkk, heçê nizanibe wê bêje qey xaltîka Fatê serê xwe ji nimêjê ranake. Keçê tu û fitar û fatîhe?
- Kuro kurê kerê, ma temamê sofî û hecîyên vî zemanî ne wilo dikin qe?mer. Ma ne wilo be emê çilo bêaqilên mîna te bixapînim heyatim.
- Axir lê, here xwe helal bike û were em dest pê bikin.
- Dest bi çi bikin qûneko, wilo lastîkî neaxive. Îcar here xwe helal bike û were em dest pê bikin kuro!
- Ne bi wê maneyê lêêêêêê, tu jî derzîyê dikî ?ûjin ha.
- Kuro ma ne min gava din go aqlê Kurdan di serê kîrê wan deye bêaqil. Wê niha bêjin qey Sofî Xelef û Xaltîka Fatê dek û dolaban digerînin. Nizanin go tirr di qûna Sofî Xelef de nemaye..
- Tirr di qûna min de nemaye? Tew tew tew…..Keçê çavê min lêye ez hîna jina 12an jî bînim, ihiii, de îcar yabo!
- Aha va ez hatim….Em ji ku dest pê bikin?
- Hema em ji pêvajoyê dest pê bikin. Li gora te pêvaoya îro pêvajoyek çawa ye?
- Pêvajoya îro? Pêvajoya îro wek otobana çar ?erît e. Herkesî trimbêlek kirî ye û li ser 180 kîlometro dajo.
- Hema wilo?
- Erê lo, ma wekî din heye Sofî. Pêvajoya doh ?erîtek rê bû. Herkesî cîh li hev teng dikir û li çirra hev dixistin. Lê îro rê fireh û xwe? bûne, herkes di ?erîta xwe de li qorna trimbêla xwe dixe û daxwazên xwe dibêje. Lê ez difikirim ka wê ker û bergîl di kîjan ?erîtê re herin ha!
- Ker û bergîl!?
- Erê lo, ker û bergîlên mîna te lo. Ê law Erdogan ?erîtek ji xwe re girtiye, Îlker Ba?bûg ?erîtek girtiye, ba?qan Îmralî ?erîtek girtiye û Bahçelî û Baykalo jî ?erîtek girtine. Îcar wê kerên mîna te di kîjan ?erîtê re bime?in ha?
- Ooooooo xaltîka Fatê, yaw ev gotinên te wek xincerên soranî ne ha, pi?tî vî emrî va te ez kirim ker jî lê.
- Ma pi?tî vî emrî tu nabi Alaîn Delon û Brad Pîtt. Yan tuyê bibî kerekî wek kerên Ergenekonê û yan jî deh?ikek wek deh?ikên nav garanê.
- Axir, ka dev ji ker û bergîlan berde, gelo di pakêta Erdogan û ba?qan de çi heye? Wê gav bên avêtin neyên avêtin, wê herdu alî lotikên çawa bavêjin?
- Law Sofî, ji ber ez gundî me, ez ji pakêt û makêtan fêhm nakim. Di Kurmancîya gewrik de me digot: “Di xurcika te de çi heye”. Îcar a ba? em navê vê pakêta qûnek bikin “xurcik” ji bo tam têde hebe.
- Temam, di xurcika wan de çi quzilqurt heye?
- Ya Sofî, weyla te nav ?eqê jina xwe alasto. Serê dêr bi gû ye û binê dêr bi gû ye. Hema tu bi kîjan alî bigre wê bi te ve bizeliqe.
- Yanî 404 a Japonî ye.
- Erê kuro, bernade wî. Ji bo ku Kasimpa?alî Receb rojek zûtir têkeve Yekîtîya Ewrûpayê, dixwaze hinek lotik û zîtirkên nermik bavêje. Lê generalên ser û pozmezin wek melkemot li ser serê wî sekinîne û ha ha rê û nex?erêyan jêre dineqi?înin. Halîhazir di xurcika Erdogan de tu gûyekî xwe? tuneye. Bêhna rîxê ji xurcika wî difûre. Xuyaye generalan xurcika wî vala kirine û çend tepik, sergîn û pi?kulên kîro?kan xistine xurcika wî.
- Waaaaaa, êêêêê!
- Îcar niha dixwazin wan pi?kulên kîro?kan bidin Kurdan û destê xwe nedin tepik û sergînan.
- Hella hellaaaaaa!
- Hella hella û quzilqurt! Ma ez derewan dikim qe?mero!
- Êêêêê, wekî din? Û xurcika ba?qan?
- Ka ez qehwa xwe vexwim û li falê binerim pi?tre.
- Ohooooo, naxwe tu li gor fala qereçîyê pê?erojê dinirxînî bavo.
- Erê wey. Ez her ti?tî di fincanê de dibînim. Meselen ez karim di fincanê de bibînim bê çend mû bi qûna te ve ne…
- Errrreekkkkk, ma çawa çêbû gidî…
- Werhasil, va fincana min dibêje xurcika ba?qan vala ye.
- Çawa dibe yaw, digotin xurcika wî mi?t û tijeye bavo.
- Na bi serê te. Ne mewîj têde hene û ne jî gwîz û benî. Dibe ku generalên Îmralîyê xurcik vala kiribin û dizîbin. Xuyaye wê mewîjên zer û xwe? jê bineqînin û ê xerabe dîsa têxin xurcika ba?qan.
- Ê de ka naxwe behsa xurcika xwe bike. Çi di xurcika de te heye?
- Xurcika min? Hohooooooo, ma çi têde tune. Ji otonomîyê bigre heta bi serxwebûna mirî?ka jî heye. Xurcika etara ye lo.
- Êêêêêêêêêê!
- Meselen tu di ?ûna Erdogan de bûya, tenê ji bo demokrasîya Tirkiyê çi gav bavêtina?
- Minê çi gav bavêtina? Berî her ti?tî minê sînorek bik?anda navbera Kurd û Tirkan. Minê xetek sor ji bajarê Edenê bik?anda heta bi bajarê Meletê û ji wir jî bik?anda Ezerom û sînorê Ermenistanê. Minê ji Kurdan re bigota:”Aha welatê we ji we re min di we kirino, êdî bela xwe ji me vekin” û mesele xilas dibû. Ne ?er dima û ne jî pevçûn.
- Yanî tu dibê bila Kurd doza Kurdistanek serbixwe bikin?
- Ê helbet qe?mer. Ma heta Kurd doza Kurdistanek serbixwe nekin, Tirk otonomî û federasyonê didin wan kurê kerê. Ti?tên mezin bixwaze ku tu ti?tên piçûk bi dest xî. Lê Kurdên me çi xwelîyê li serê xwe dikin? Ti?tên piçûk dixwazin. Ê helbet wê Tirk jî ti?tên piçûkê piçûkan bidin wan. Lê heta wan jî bidin, wê qûnê li wan biqetînin.
- Ma hevaller doza Kurdistanek serbixwe nakin xaltîka Fatê?
- Belê canim. Doza serxwebûna Kurdistana Îmralîyê dikin.
- Yanî tu dibê dixwazin li Îmralîyê Kurdistanê damezrînin?
- Erê looooo… Ji xwe berê Îmralî eyaletek Împaratorîya Kurdistana mezin bû. Pi?tî Kurdan serê hevdu xwar û xirrê Alparslanê Tirk xistin xwe, kevir li ser kevir nema. Ew bûn mîr û em man kizîr.
- Îcar ev tev di fincana qehwê de xuya dikin ne?
- Erê kuro, fincana min wek mirêka erd û ezmên e. Ez niha zanim bê kî di ser kê de ye bi serê te.
- Wax wax waxxxx…. De axir, niha hevpeyvîna me bes e. Wa qurequr ji zikê min tê. Ezê herim malê binerim bê wê kezîkura jina min çi pelûl danîye ser êgir.
- Kuro hevalan jin li ser serê we zilaman kirine melkemot ha Sofî Xelef. Jinik pelûlê bi serê te de nerjîne kuro…
- De niha bi xatirê te xaltîka Fatê, heta carek din bimîne di nav xiyar û tirozîyên Omerya de..
- Oxira te ya Filîtê Quto be Sofîîîîîîîîîî…..
11/09/2009