Xaltîka Fatê û Tahiro

 

tahiro

Weyla ez bi qurbana doxîn, deling û navrana te bûmê rebbî, keçê tu çawayi peppûkê? Law çavê min li bendî nivîsa te qerimîn hey topa xwedê lê ketê rebbî! Yan dev ji lotikan berde, yan jî binivîse û me bê ayet nehêle, wîî! Te em elimandin zîtirkên xwe, qey îcar çavê te lê ye em xwe „harakîrî“ bikin bavo, waweylê! Binivîse keçko binivîse, ok!

Werhasil, ez têm wan herdu lêvên te û wan wek libên tirî dimijim. Îcar ezê bêm ser mijar û lotika xwe.

Tu zani lê, îro li ba?ûrê Kurdistanê hilbijartin e û dê weledê xwe davêje. Min bi xwe raya xwe da Mesûd Barzanî. Lê jina min? Jina min jî xwelîya heft gundan li serê xwe kir û got:“Ez bi serê mam Celal kim, min raya xwe neda hikûmeta Kurdistanê û hew. Ba?e lo, bela mêrikan qanûna pirjinîyê derxin, mêrên me 5-6 jinan bînin ser me û ez rabim raya xwe bidim wan ha, na!“ û  raya xwe da „Partîya Bacan û Arûfiro?ekanî Kurdistanekan“. Te fêhm kir newlo? Yanî, Partîya Bacan û Xiyarfiro?ên Kurdistanê ha.

Ez serê te neê?înim, niha ez û jina xwe ji hev xeyidî ne û levza me li hev nakeve. Ez çiqasî li dora wê dirim û têm, wê difirkînim, wê masaj dikim, wê duxrînim, lê dîsa jî pi?ta xwe dide min û silavê jî li min nake. Îcar ez çi bikim xaltîka Fatê? Ez niha hewîyê bînim ser wê ne di heqê wê de ye ha? Ma jina go dilê zilamê xwe xwe? neke, kele?kofa wî dohn neke, wî ji hevde nexe û tirrê jê bernede, jin e?

Îcar ez çi bikim xaltîka Fatê? Zû bersivekê bide min berî go ez kirasê jina xwe li serê wê bipêçim û lotikekê lêxim ha, temam!

Dîsa silavan li te dikim û herdu lêvên te dimijim heyatim…

Tahir Zaxoyî

Zaxo 25.07.0

—————————–

Bersiva xaltîka Fatê 

Bismillahirrehmanirrehîm, bi navê fitne û fesadên Zaxoyê…

xaltik fatoYa Tahiro, weyla min di devê te de mîzto, weyla mam Celal 101 tirr ji te berdao, law ma tu nabê çima ev demek dirêj e xaltîka Fatê nanivîse qe?mer? Ka berê li sebeba wê bipirse û pi?tre gazinan bike kurê kerê, wîî! Law ma xaltîka Fatê bilasebeb dev ji nivîsandinê berdide? Na. Helbet sebebek heye go ez lotik û zîtirkan navêjim qûneko, waweylê!

Axir lawkê mino, weyla sekreterê Lotikxanê Sofî Xelef qûn li te qetando, ev tam 31 rojin ez zikê?î û virikî bûbûm. Virika min wek çemê Dîcle û Feratê diherikî, ji lehî û tofana Tsûnamîya Taylandê, ji zelzela Îranê û ji atombombeya Hîro?îmayê xerabtir anîbû serê min ellawekîl. Hema min çi dixwar û vedixwar, eynî deqîqê dibû qurqura zikê min û digo“pîîîjjjjjjjjjj“ û wek kanîyê dida der. Min textor û profesor nehi?tin, min nexwe?xane û virikxane nehi?tin, min ?êx û mi?ayîx nehi?tin, ez çûm cem kê çareyek ji virika min re nedîtin. Qinyata te bi xwedê bê, min di nava 31 rojan de tam 391 derpî û binderpî dagirtine û ew avêtine zibilxanê. Hema bêje pere û mea?ê min tev li kirîna binderpîyan çû û ez li qûnê rûni?tim.

Werhasil ya Tahir, weyla jina te qûna te alasto rebbî, talîya talî ez hatim cem Sofî Xelef û min mesela xwe û virika xwe jê re got. Sofî Xelefê min û te rabû ayeta „qulella we ehed“ xwend, çend carî pif min kir, 5 kîlo îsotên Ruhayê ji wanên wek êgîr bi min dan xwarin, ez xistim nav lîvînê û lihêf bi ser min dakir. Yabo min dît û tu nebîne cîgerim, wan îsotan tofan û bahozek wilo anî serê min, hema xwedê neyne serê kesî rebbî. Ez bi wê qûna teyî re? kim, îsotan û virikê di zikê min de ?erê hev kirin. Ma î?ê ?er kirin, pekkkkkk û 101 carî pekk! Ma ?erê Amerîka û Sedam ji ber ve çibû, ma ?erê Amerîka û Vîetnamê ji ber ve çibû, ma ?erê Tirkan û PKK ji ber ve çibû, kuro bû qiyamet law qiyamet! Ez serê te bê?înim, di talîya ?erê îsot û virikê de îsot bi ser ketin û qûn li virikê qetandin. Ê helbet heta îsotan zora virikê bir, tirr di min de jî nema û wek çêleka go ji 101 ga û ciwangeyî gon xwaribe hat serê min. Ne taqat bi min re ma û ne heyecan.

Axir ya Tahir, weyla Cemîlê Çargurçik doxîn li te sist kiro, niha ez ba? bûme û virika min sekinî ye. Bi xêr û selamet, heger dîsa bêxwedîka virikê raserî min neyê, ezê ji îro û pêde dîsa dest bi zîtirkan bikim û qûna we dax bidim.

Îcar em bên ser mesela te û qûndeya jina te oxlim…

Berî her ti?tî ji bo go te raya xwe daye serok Barzanî, ez çavên te maç dikim û herdu gunikên te bi xavî dixwim. Her bijî! Ji alîyê din ez dawa qûndeya jina te li serê wê digerînim û kerekî ?amî bera ser wê didim. Çima te raya xwe nedaye serok Barzanî hey gewende?

Naxwe ji bo go hikûmeta Kurdistanê qanûna pirjinîyê derxistiye jina te raya xwe nedaye serok Barzanî û ji te xeyidîye ha? Keçê hey No?îrwan Mistefa qû? li te qetandê rebbî, hema te raya xwe bida serok Barzanî û te li ser dengnameyê jî binivîsanda:“Em jin jî qanûna pirmêrîyê dixwazin“ ehmeqê, wîî! Ma law ti?tek ji ber xwe ve çêdibe xanimê? Hema çend jinên wek xwe li dora xwe bide hev, li ser pankartan binivîsin „ ?e? navê xwedê xwe?!“ „Em ?e? mêran dixwazin“ filan û fîstan û derkevin kolanên Zaxo, Duhok, Hewlêr û Silêmanîyê. Helbet wê hinek guh bidin daxwazên we û çend xiyaran bavêjin ber we bavo, weh!

Kuro Tahiro, te go jina te pi?ta xwe dide te û guh nade te? Pekkkkk li vê qebhetê!

Kuro heqê wê 101 ?ivên ter in ellawekîl. Law ma tu wek wan sofîkên Afganistanê jî nayê kurê kerê Tahir! Sofîkên Talîbanan çi qanûn derxistiye tu zani? Qanûna birçîhi?tina jinê. Yanî, jina go nede mêrê xwe û kele?kofa wî dohn neke, wê 3 rojan birçî bimîne ha. Îcar oxlim, tu jî 3 rojan jina xwe tî û birçî bihêle heta hi?ê wê bê serê wê. Heger te dît hi?ê wê nehat serê wê, dîsa neda te û kele?kofa te dohn nekir, vê carê wê bi?îne Lotikxanê cem Sofî Xelef.  Çawa ku Sofî Xelef li ser virika min xwend û çareser kir, wê çend lotikan li jina te xe heta go hi?ê wê bê serê wê û xiyarê te li ber dilê wê bibe ?îr û ?ekir.  

Werhasilî kelam, ez bi serê te û wê qûndeya jina te kim Tahiro, heta jina te neyê ber destê Sofî Xelef tobe neke, heta Sofî Xelef çend ayetên qirase li ser nexwîne û tehlîlek zanyarî li ser can û cesedê jina te neke, hi?ê wê nayê serê wê, nayê rayê û îmana wê pak nabe ellawekîl û hew.

Ê de bi?îne de… Jina xwe pakêt bike, bavêje postê û bi?îne Lotikxanê, de qurban de……  

25.07.09

About The Author