Formula Zewacê

Li gel silavên germoke û nermoke; ramûsanek mezin, bi hêza kezebê, bi îmana bêvilê, bi riya zengelorkê ji te re dişênim.
Xaltîka min ya delal, ez ketim nexweşxaneya Lotikxaneyê min got psîkolojîka min û sosyolojîka min xera bû nin; hemû
pisporan te nîşan dan, lewma hatim ber deriyê te.
Xaltîka xwînşêrîn, mijara min di warê civaknasiyê de ye.
Pisporek biyanî gotiye formula zewacê ev e : N/2+ 7
Mînak: Şexsekî 32 salî, Temenê wî bi duca kin : 32/2=16 û bi hefta re berhev kin: 16+7=23
Yanê şexsekî 32 salî ku li namzetên zewacê bigere divê namzet herî kêm 23 salî be.
Îcar ez bêm ser çîroka xwe; temenê min 26 e, hevala min 18 salî ye, li gorî pisporên biyanî ev zewac ne caîz e. Pisporê biyanî dibêje herî kêm 26/2+7: 20
Ku ez 4 salan bisekinim ez dibim 30, hevala min dibe 22 û formul serast dibe
( 30/2+7=22)
Pispora sererd û binerd,
Rehma xwedê li ser te be, ka tê bibêje çi ?
Ez li benda çaaaaaaaar salan rawestim an na ?
Azibê Dêrikî / Mêrdîn
————————–
Bersiva xaltîka Fatê
Bismillahirrehmanirrehîm, naûzûbîlle mînel şeytanilrecîm, bi navê xiyar û tirozîyên Mêrdînê û kerçirênên Dêrikê…
Ya Azibê Dêrikî, hey te di qûna Denîz Baykal nîhao, behsa van formul mormulkên şeytanokî ji min re neke. Kîjan qûnekê biyanî ev formul peyde kiribe, kalkê min beras er pîrka xwe daye û derew kiriye. Îcar formula 32/2=16, 26/2+7: 20 û ( 30/2+7=22) haaaa! Kuro ev çi formul e oxlim? Li gora ilmê min xwendiye, ev formula go tu dibêji formula „qûnekkirin û xesandinê“ ye. Kesên go li gora vê formulê dimeşin, sedî sed yan qûnek dibin û yan jî di qurmik de jêdikin û dibin wek Bulent Ersoy xanimlerî.
Axir, law Dêrikîyo, kerçirêno, te go piştî çar salên din tu dibî 30 û hevala te dibe 22 salî ha? Çar salên qirase law, pehhhhhh! Kuro law Dêrikîyên go ez wan nas dikim, ne çar salan, nikarin seetekê bê zewac bisekinin cîgerim, tu çawa Dêrikî yî law? Yanî tê çar salan bisekinî, demança xwe dohn nekî, li tama bacana germik û nermik nenerî û piştî çar salan tê bizewicî ha, hem jî yekî Dêrikî!? Xweş xeber e lê min ne bawer e bi dîn û îman. Dêrikîyên har, Dêrikîyên doxînsist û çar salan bê zewac bisekinin, wey loloooo wey loooo..! Ma zarok jî bi vê lotikê dixapin oxlim, naaaaa!
Werhasil Dêrikîyo, formulhezo, qûnbipirço….
Tu dev ji formula gawir û kafiran berde û were bide dû formula xaltîka xwe Fatê. Aha formula min a zewacê ev e:
K+Ê+K+I+R+K+Ê= KÊ KIR KÊ
Te formula xaltîka xwe fêhm kir kezeb?
Li gora formula min, li gora ilm û rimildarîya min, hewce nake tu çar salan bisekinî. Piştî go li we herduyan rabû û girêz bi nav şeqê we ket û pêve, sal, meh û hefte ne lazim in. Hema yekser lempê vemrîne û hevala xwe bigevizîne û xelas. Îcar kî ji we tirrê ji kê berdide hûn û qismetê xwe û tu sax…
06.12.2009