Xaltîka Fatê û Tahiro

Weyla ez bi qurbana doxîn, deling û navrana te bûmê rebbî, keçê tu çawayi peppûkê? Law çavê min li bendî nivîsa te qerimîn hey topa xwedê lê ketê rebbî! Yan dev ji lotikan berde, yan jî binivîse û me bê ayet nehêle, wîî! Te em elimandin zîtirkên xwe, qey îcar çavê te lê ye em xwe „harakîrî“ bikin bavo, waweylê! Binivîse keçko binivîse, ok!
Werhasil, ez têm wan herdu lêvên te û wan wek libên tirî dimijim. Îcar ezê bêm ser mijar û lotika xwe.
Tu zani lê, îro li başûrê Kurdistanê hilbijartin e û dê weledê xwe davêje. Min bi xwe raya xwe da Mesûd Barzanî. Lê jina min? Jina min jî xwelîya heft gundan li serê xwe kir û got:“Ez bi serê mam Celal kim, min raya xwe neda hikûmeta Kurdistanê û hew. Başe lo, bela mêrikan qanûna pirjinîyê derxin, mêrên me 5-6 jinan bînin ser me û ez rabim raya xwe bidim wan ha, na!“ û raya xwe da „Partîya Bacan û Arûfiroşekanî Kurdistanekan“. Te fêhm kir newlo? Yanî, Partîya Bacan û Xiyarfiroşên Kurdistanê ha.
Ez serê te neêşînim, niha ez û jina xwe ji hev xeyidî ne û levza me li hev nakeve. Ez çiqasî li dora wê dirim û têm, wê difirkînim, wê masaj dikim, wê duxrînim, lê dîsa jî pişta xwe dide min û silavê jî li min nake. Îcar ez çi bikim xaltîka Fatê? Ez niha hewîyê bînim ser wê ne di heqê wê de ye ha? Ma jina go dilê zilamê xwe xweş neke, keleşkofa wî dohn neke, wî ji hevde nexe û tirrê jê bernede, jin e?
Îcar ez çi bikim xaltîka Fatê? Zû bersivekê bide min berî go ez kirasê jina xwe li serê wê bipêçim û lotikekê lêxim ha, temam!
Dîsa silavan li te dikim û herdu lêvên te dimijim heyatim…
Tahir Zaxoyî
Zaxo 25.07.0
—————————–
Bersiva xaltîka Fatê
Bismillahirrehmanirrehîm, bi navê fitne û fesadên Zaxoyê…
Ya Tahiro, weyla min di devê te de mîzto, weyla mam Celal 101 tirr ji te berdao, law ma tu nabê çima ev demek dirêj e xaltîka Fatê nanivîse qeşmer? Ka berê li sebeba wê bipirse û piştre gazinan bike kurê kerê, wîî! Law ma xaltîka Fatê bilasebeb dev ji nivîsandinê berdide? Na. Helbet sebebek heye go ez lotik û zîtirkan navêjim qûneko, waweylê!
Axir lawkê mino, weyla sekreterê Lotikxanê Sofî Xelef qûn li te qetando, ev tam 31 rojin ez zikêşî û virikî bûbûm. Virika min wek çemê Dîcle û Feratê diherikî, ji lehî û tofana Tsûnamîya Taylandê, ji zelzela Îranê û ji atombombeya Hîroşîmayê xerabtir anîbû serê min ellawekîl. Hema min çi dixwar û vedixwar, eynî deqîqê dibû qurqura zikê min û digo“pîîîjjjjjjjjjj“ û wek kanîyê dida der. Min textor û profesor nehiştin, min nexweşxane û virikxane nehiştin, min şêx û mişayîx nehiştin, ez çûm cem kê çareyek ji virika min re nedîtin. Qinyata te bi xwedê bê, min di nava 31 rojan de tam 391 derpî û binderpî dagirtine û ew avêtine zibilxanê. Hema bêje pere û meaşê min tev li kirîna binderpîyan çû û ez li qûnê rûniştim.
Werhasil ya Tahir, weyla jina te qûna te alasto rebbî, talîya talî ez hatim cem Sofî Xelef û min mesela xwe û virika xwe jê re got. Sofî Xelefê min û te rabû ayeta „qulella we ehed“ xwend, çend carî pif min kir, 5 kîlo îsotên Ruhayê ji wanên wek êgîr bi min dan xwarin, ez xistim nav lîvînê û lihêf bi ser min dakir. Yabo min dît û tu nebîne cîgerim, wan îsotan tofan û bahozek wilo anî serê min, hema xwedê neyne serê kesî rebbî. Ez bi wê qûna teyî reş kim, îsotan û virikê di zikê min de şerê hev kirin. Ma îşê şer kirin, pekkkkkk û 101 carî pekk! Ma şerê Amerîka û Sedam ji ber ve çibû, ma şerê Amerîka û Vîetnamê ji ber ve çibû, ma şerê Tirkan û PKK ji ber ve çibû, kuro bû qiyamet law qiyamet! Ez serê te bêşînim, di talîya şerê îsot û virikê de îsot bi ser ketin û qûn li virikê qetandin. Ê helbet heta îsotan zora virikê bir, tirr di min de jî nema û wek çêleka go ji 101 ga û ciwangeyî gon xwaribe hat serê min. Ne taqat bi min re ma û ne heyecan.
Axir ya Tahir, weyla Cemîlê Çargurçik doxîn li te sist kiro, niha ez baş bûme û virika min sekinî ye. Bi xêr û selamet, heger dîsa bêxwedîka virikê raserî min neyê, ezê ji îro û pêde dîsa dest bi zîtirkan bikim û qûna we dax bidim.
Îcar em bên ser mesela te û qûndeya jina te oxlim…
Berî her tiştî ji bo go te raya xwe daye serok Barzanî, ez çavên te maç dikim û herdu gunikên te bi xavî dixwim. Her bijî! Ji alîyê din ez dawa qûndeya jina te li serê wê digerînim û kerekî Şamî bera ser wê didim. Çima te raya xwe nedaye serok Barzanî hey gewende?
Naxwe ji bo go hikûmeta Kurdistanê qanûna pirjinîyê derxistiye jina te raya xwe nedaye serok Barzanî û ji te xeyidîye ha? Keçê hey Noşîrwan Mistefa qûş li te qetandê rebbî, hema te raya xwe bida serok Barzanî û te li ser dengnameyê jî binivîsanda:“Em jin jî qanûna pirmêrîyê dixwazin“ ehmeqê, wîî! Ma law tiştek ji ber xwe ve çêdibe xanimê? Hema çend jinên wek xwe li dora xwe bide hev, li ser pankartan binivîsin „ Şeş navê xwedê xweş!“ „Em şeş mêran dixwazin“ filan û fîstan û derkevin kolanên Zaxo, Duhok, Hewlêr û Silêmanîyê. Helbet wê hinek guh bidin daxwazên we û çend xiyaran bavêjin ber we bavo, weh!
Kuro Tahiro, te go jina te pişta xwe dide te û guh nade te? Pekkkkk li vê qebhetê!
Kuro heqê wê 101 şivên ter in ellawekîl. Law ma tu wek wan sofîkên Afganistanê jî nayê kurê kerê Tahir! Sofîkên Talîbanan çi qanûn derxistiye tu zani? Qanûna birçîhiştina jinê. Yanî, jina go nede mêrê xwe û keleşkofa wî dohn neke, wê 3 rojan birçî bimîne ha. Îcar oxlim, tu jî 3 rojan jina xwe tî û birçî bihêle heta hişê wê bê serê wê. Heger te dît hişê wê nehat serê wê, dîsa neda te û keleşkofa te dohn nekir, vê carê wê bişîne Lotikxanê cem Sofî Xelef. Çawa ku Sofî Xelef li ser virika min xwend û çareser kir, wê çend lotikan li jina te xe heta go hişê wê bê serê wê û xiyarê te li ber dilê wê bibe şîr û şekir.
Werhasilî kelam, ez bi serê te û wê qûndeya jina te kim Tahiro, heta jina te neyê ber destê Sofî Xelef tobe neke, heta Sofî Xelef çend ayetên qirase li ser nexwîne û tehlîlek zanyarî li ser can û cesedê jina te neke, hişê wê nayê serê wê, nayê rayê û îmana wê pak nabe ellawekîl û hew.
Ê de bişîne de… Jina xwe pakêt bike, bavêje postê û bişîne Lotikxanê, de qurban de……
25.07.09