Rêdana Demokratîk

Senger Îloz – Gelî lotikvanên hêja pi?tî navberekê, bi silav û hûrmetên xwe yên çareseriyeke demokratîk, a?tiyane û bê dilmayîn dixwazim balê biki?înim ser bêjeyeke ku di van rojên dawî de pir tê bikar anîn. Ev bêje ji ber ku di rojeva Tirkiyeyê de ye û me belengazên kurd jî eleqedar dike zêdeyî adetê tê bi kar anîn.

Ev bêjaya em behsa wê dikin bi Tirkî ‘aç?l?m’ ango Demokratik Aç?l?m e. Ji ber rojevîbûn û girîngiya vê bêjaya nûgihayî em neçar man ku li ser wê hinekî rawestin. Mijar girînge û berî ku çaresiya tê hêvîkirin pêk were, pêdiviya me bi çareserkirin û rast bikar anîna vê bêjeyê jî heye.

Weke lotikxane dîsa em giraniya xwe di deynin ser vê mijarê jî û hewl didin ku li ?ûna zimanzan û nivîskarên me yên hêja ku her yek ji wan navekî li vê bêjeya navborî dike, em çareyekê bibînin û wan hemûyan ji vê gelem?eyê rizgar bikin.

 

Bi Tirkî ‘aç?l?m’ yekser standart e, lê bi Kurdî jî ‘Vebûn’ her çiqas zêde were bikar anîn jî hê ji bo çareseriyê ne bûye standart! Lewre Kurd ji ber ku heta niha tu çare û çareserî bi çavê xwe ne dîtine, di binavkirina bêjeyê de jî dûdilî û dûbendiyan dijîn.

Weke me got herçiqas bi wergereke yekserî peyva Vebûnê were bikar anîn jî, hin malper û nivîskar jî peyva ‘rêlibervekirin’ bi kar tînin. Ji ber ku em bi kurdî ba? nizanin mesela me jî dibe weke mesela ‘al birini vur ötekine’. Êdî bifikirin ku, hê me di peyvekê de jî li hev ne kiriye, gelo emê di riya çareseriyê de çawa li hev bikin? Malpera Lotikxane ku bi dîn û îman û bi sond û peyman ji bo zimanê Kurdî hewl dide, êdî ji neçarî berpirsiyariya enstîtuyan digire ser milê xwe û bi qasî zanîna xwe dixwaze xizmeteke standardkirina ziman bike.

Pi?tî van sergêjiyan em dîsa werin ser mijara xwe û di vê bêjaya navborî ku wê qedera Kurdan diyar bike de, em dîtina xwe bînin ziman. Pi?tî gelek lêkolînan, wekî Lotikxane me li ser bêjeya ‘aç?l?m’ ê biryarek da û emê vê biryarê bi xwendevanên hêja re parve bikin.

Peyvên Vebûn, Rêlibervekirin û hwd. têne bi kar anîn. Lê em jî dibêjin ‘Rêdan’ an jî ‘Rêdana Demokratîk’. Ravekirina vê bêjeyê pir hêsan e û di cih de ye jî. Ji ber ku armanc çareseriye divê peyvên me jî bi wê mantiqê bêne hilbijartin û fikirîn. Rêdan him rê dide him rê li ber vedike. Me ya xwe got. Bi hêviya ku ev Rêdan bibe sedema Vebûn û Rêlibervekirinan.

08.11.2990

About The Author