AXATIYA HEMÎD DERWÊ? BÛ SEDEMA TEVLÎHEVIYA PARTIYA (PDPKS) LI SÛRIYE

 

Li ser bext û dengûbas û fesadiyên malper û BBC ên Kurdên rojava be, hatiye xuyakirin ku carek din axayê axan, motikê ji hezar salan ve, ji ber berdewamiya axatiya xwe, bû sedema tevilheviya partiya xwe. Di wê tevilheviyê de, rew?enbîrê mezin, serbilind û difin li ban, serkê? Fêsel Yusif, jiyana xwe ya endametiyê ji dest da û ciwamêr ji aliyê xwe ve tenê daxuyaniyek da. Lê mixabin, ji berku min di debistanên Erebî de nexwendiye, min ba? ji wê beyannameyê nasnekir. Lê hezar rihmet li gora bavê wî  xwendevanî be, ku ji Kurdên me yên Sûriyê bû,  naveroka bersîva wî qehremanî ji bo axayê axan (Hemîd Derwê?) bi rengê han ?irove kir.

FEYSEL HEMIT

Li ser bextê xwendevanê me yê pêçe qelemî be, ku, rew?enbîrê serbilind û difin li ban, serkê? Fêsel Yusif, jiyana xwe ya endametiyê ji dest daye,  wusa rahihandiye û bi dilek germ û bê tirs gotiye: „Di roja 22-01 an de, daxuyaniyek ji aliyê birêz Hemîd Derwê? ve û bi nave komîteya navendî ya ku belangaz û perî?an e, ji bo tevahiya hêzên ni?tîmanî, ragihandiye ku ji îro û pêve tu pêwendiyên endamê komîteya navendî yê berê Fêsel Yusif, bi partiya me ve nemaye. Ji îro ve mafê wî nine bi navê Partiya Demokrata Kurd li Sûriye biaxive û kar bike“.

Lê rew?enbîrê mezin, serbilind û difin li ban, serkê? Fêsel Yusif, ku wek kesekî reformxwazê partiyê tê nasîn, di daxuyaniya xwe de gelek fî?ek û bi tvingan li axayê axan dide û wî wek kesekî   êL û e?îretçî bi nav dike. Pi?tre jî dibêje:“ Sekretêrê me, wek Donkî?ot di nav partiyê de çep û rast firçeyên xwe yên ne rewa davêje“.

Lê li ser bext û BBCan be, ku dibêjin: „Axayê axan Hemîdê Derwê?, ji tirsê kursiya xwe re ew gav avêt, ta ku serkê? Fêsel Yusif pi?tî barkirina wî cîh negire û dem û dewranê ji birayê wî Dr. Selah nestîne“.

Lê wek ajansa Lotikxanê agahdar e ku kesên Donkî?otwarî kar dikin, kesên zane û rew?enbîrên netewî naxwazin û her rojê ?erê alî yan kesayetiyekî dike. Ji aliyekî ve bi e?kere di cadeyên ?amê de dime?e û jiyana xwe dewam dike. Gelo ev çi sekretêrê partiyek opozisyon, qedexekirî û neyasayî ye ku bi e?kere hatûçûna welatan dike û tu zilamên dewletê dengê xwe jê re nakin..?

Fêselê me, bi 52 telaqan sûnd xwariye ku vê tirrê ji axê axan re nahêle, wê reformê bike û %65 helwestên dost û endamên wê partiyê ligel wî ne.

Lê bi ?e? telaqên jinberdanê, nûçeyên pîjane û pi?trast ketine destê Lotixanê ku dibêjin: „Wê di demek nêz de axayê me hewil bide serdana herêma Kurdistanê bike ta ku xwe ji wê firtone û ba û bahozê rizgar bike“ filan û fîstan.

Çavkaniyek agahdar jina xwe ji xwe berda û ji Lotikxanê re ragihand ku Hemîd Derwê?, siyasetmedarê rojavayê mezin û bi nav û bang Salih Gedo, bi wê tevilheviya nava partiyê tawanbar dike ji ber ku di çend salên borî de navborî di gel giropek mezin ji partiya axê cuda bibûn. Wek tê zanîn ku tu serkirdeyekî Kurdên Sûriyê bi axê nikarîbûn ji xêrî  Salih Gedo. Ji ber ku gelek serkirdeyên radîkal li hember axê hebûn, lê di vê dawiyê de ewna jî teslîm bûn û li ser qûna xwe rûni?tin. Yek ji wana Endezyarê perçekirina tevgera Kurd li Suriyê Fuad Elîko ye, her bi wê sedemê jî partiya Elîko jî di kongireya xwe ya dawiyê de perçe perçe bû.

Ewê ku ji aliyê  axê ve li ser Salihê Gedo tê gotin, ta niha jî ji aliyê Salih Gedo û Fêselê me ve nehatiye ?irovekirin.

Lê peyamnêrên Lotikxanê di gerê de ne, bi derzî û ?ûjinan lêkolînê dikin da ku encamên nû û teze bighînin ber destên xwendevanên hêja. Peyamnêrên me niha li Kurdistana ?amê, Beyrûd, Hewlêr û li Kurdistana navbera Nisêbîn û Qami?lokê di kemîna fitne û fesadan de ne da ku wan têxin xefikê û agahdarîyên zêdetir bi dext bixin. Li bende me bin yabo qurban…..

01.02.2010- Kurdistan

About The Author