Dibistana Hilato û Dihato-3

 

 

-Kuro Hilato, ji sibeha xwedê de hingî ku ez li te digerim av bi binê lingê min ket, ez gêj bum, ev tu ketibû kîjan qulê layê bavê min?
-Çima tu li min digere,ma qey nok û nîskê me di nav hev de mane oxlim Dihato?
-Tu nexuyabû, min mitala te dikir û ez ditirsîyam, min digot xsedê neke belkî tu jî bi faîlî meçhûlkê çûbe layê bavê min.
-Tu Dihato, tu mitala min bike û li ber min bikeve? Te got û min bawer nekir.
-Hilato, tu rastîyê dixwazi layê bavê min? Gava ku ez li te digerîyam, min di dilê xwe de digot „ji zûve kesî li gund mûlid nedane, me bêrya go?t kiriye, ti?tek bi vî Hilato bihata û bimra belkî ahl û mervê wî mûlidek lê bidana, menê jî bi xêrka mûlida wî çend hestî bikevijandana!“

zimano tirkiye Kopie
-De hêvîya min ji xwedê heye ku hestî di qirika te de bimîne û tu jî bixeniqe!
-Esselamuelêykim?
-Wey eleykumisilam!
-Rehme li dê û bavê we, ev Mamoste Hilato kî ji we ye?
-Ez im seyda, kerem bike..
-Mamoste, ez Ebû Rizgaro me, min xwe li nav û dengê te girtiye, aqsimbizatillah nava min ji we Kurdên serxetê tije bûye. Ku ez nava xwe ji te re vala nekim, ya wê celta li min xe, yan jî wê nexweçîya zeletanê bi min re çêbibe.
-Xêr e seyda? Çima nava te ewqas ji me tije ye?
-Yaxî, mane çima! Em dikin nakin hûn xwe ji vê quzilqurta Tirkî xelas nakin yaxî. Hûn li zimanê xwe xwedî dernakevin, nîvê gotinên we bi Tirkî ne.
-Seyda welehî tu rast dibêji, lêê..
-Hizabên we dibên emê Kurdistanê çêkin, lê ne?rîyatê wan hemi bi Tirkî ne. Di muzahrê xwe de bi Tirkî diaxivin. Di heflên xwe de bi Tirkî diaxivin. Cerîdên wan bi Tirkî ne. Mucelên wan bi Tirkî ne. Li ser serhê bi Tirkî bi hev re diaxivin. Kuro tu li seyarê wan suwar tê, heta bekera ser musecelê bi Tirkî ye. De ka bêje yaxî, ma Kurdîtî wilo ye?
-Welehî, billehî tu rast dibêji û heqê te heye. Lê seyda ma qey tu pê nizani ku rêxistinên me dibên emê Kurdistanekê bi Tirkî çêkin?
-Çiiii? Kurdistanek bi Tirkî? Yaxî ez mirina xwe dixwazim û Kurdistanek bi Tirkî naxwazim. Ezê herim li Hinûlûlû licûwa xwe bidim û ez naçim Kurdistanekê bi Tirkî.
De bi xatirê we…
-Oxir be seyda oxir be, oxira te ya xêrê be.
-Layê bavê min Hilato, xuyaye ew Ebu Zingaro ji Kurdistana Swêd e ne?
-De îcar yabo! Talîya talî mirinek vî Dihato hebe wê bi destên min be!Bi zorê nîv perçe xelas bûye, daketîye sê perçe û nîva û em dibên xwedêyo perçak ji Kurdistanê kêm bibe, Dihato perçekî lê zêde dike kuro!
-Hey bi Tirkî oxlim, bi Erebî ibnî û bi Kurmancî layê min! Ev te Kurdistana Swêd ji ku ji me re derxist Dihato?
-Ez rebenê xwedê ji ku zanim lo, te carna digot Kurdên me yên Swêd bi Kurdîkê gelek bilind diaxivin. Ji ber ku min nîvê gotinên Ebu Zingaro fêhm nedikir, min got hebe nebe ew ji Kurdistana Swêd e layê bavê min.
-Weyla te di qirdkê min de rîto û te di binê bêrîka min kiro, hey Oxlim Dihato!

30.01.2010

Ferheng:
Hizb:rêxistin,Müzahre:calakî,Hefle:Sev,Cerîde:Rojname,Mücelle:kovar,Serhe;Kolan,Siyare:tirimpêl,Bekere:kaset,Müsecele

About The Author