Gelo birastî çayê memikên jinan dike wek zebe?ên Diyarbekirê?

 

Heyran bi serê min û we, ez nema zanim ji kîjan textor û pisporî bawer bikim û ji kîjanî bawer nekim. Wille, bille û tille ez bûme wek mirî?ka gêj lo, wî!

zeta4

Hûn bi qedrê xwedê û pêxember kin, we heta niha bihîstiye ku çayê memikê jinan mezin dike û dike wek zebe?ên Diyarbekirê? Min bi xwe nedîtiye..

zeta6

Axir, li ser bextê çapemenîya Brîtanî be, dibêjin lotikvan û lîztikvana seksî Catherîna Zeta Jones gotiye:“Sedema mezinbûn û xwe?ikbûna memikên min çayê ye. Ji ber ez zêde çayê vedixwim, memikên min wek zebe?ên Diyarbekirê mezin û ?îrîn in“ filan û fîstan.

Dibêjin pi?tî van gotinên Catherîna Zeta Jones a memiknepoxî, jinên Brîyanî zorî dane vexwarina çayê, çaydan û semawerên çayê hew xwe li ber wan digrin.  Ya starrrrrr û 101 carî ya star! Çayê û memikên mezin kuro!

Dîsa li ser bextê çapemenîya Brîyanî be, çapemenîya Brîtanî dibêje:“Pisporên zanyarîyê jî têkilîya çayê û memikên mezin qebûl dikin. Di çayê de hinek madde hene ku bandorek mezin li mezinbûna memikan dikin û hetta wan wek zebe?ên Diyarbekirê mezin û ?îrîn dikin“ filan û xeftan.

Çapemenîya Brîtanî dîsa bi sê telaqên bê fitû sûnd dixwe û dibêje:“Di lêkolînên gelemperîya cîhanê de herî zêde jinên Brîtanî çayê vedixwin. Ji ber vê jî jinên Brîtanî, di mezinîya memikan de yekemîn in“ filan û fisteq.

Ji alîyê din di piyase û mazatê de gellek cûreyên çayê hene ku wek „çaya mezinkirina memikan“ tê firotin.           

Werhasilî kelam, min bi xwe hetanî îro nizanîbû ku çayê memikan mezin dike ellawekîl.

 Law ma ku min zanîba çayê memikan mezin dike, bi dîn û îman minê bi ?ev û roj di ?ûna avê de çayê bida jina xwe law, wey! Ez ji memikên mezin hez dikim û memikên rebena xanima min wek hêkên kewê ne, ma law bi dîn û îman minê mala xwe bikira axur û kadîna çayê û xelas, wî!

Lê filitî……

17.01.2010- Brîtanya

About The Author