Ma birastî Kurd ji jinên qelew hez dikin?

 

Xwedê ji malpera Rûdawê razî be û xwedê 25 jinên qelew bike qismetê xebatkarên wê rebbî. Rûdawê vê carê jî cîh daye hevpeyvîna stranbêja Kurd Dilniya Qeredaxî û lotikek xwe? avêtiye.

Axir, Dilniya xanimê di hevpeyvîna xwe de gotiye:”Dema ku kîloyên min zêde bûn, bêhtir kêfxwe? bûm, lê niha ji alîyê xelkê ve kêmtir têm hezkirin. Xelkê bi qelewîya min ji min hez dikir” filan û fîstan. Û Rûdawê sernivîsa hevpeyvînê çi avêtibe ba?e? Kurd ji jinên qelew hez dikin!

sisman

Hella hellaaaa ya siphan ella!

Ê babam, jinên qelew hene û jinên qelew hene ha. Jin hene 150 kîlo ne, di nav nivînê de hestîyên mêrê xwe di?kînin û tirrê jê berdidin. Jin hene 100 kîlo ne, di nava nivînê de dikevin ser zikê mêrê xwe û bêhnê lê diçikînin. Jin hene 80-90 kîlo ne ( êh, hinekî tên xwarin) û di nava nivînê de mêrê xwe ji taqat dixînin. Û jin jî hene 70-75 kîlo ne û di nava nivînê de lotikên bêîman li mêrê xwe dixin. Îcar hûn behsa kîjan jinên qelew dikin kaka?

Ma ez behsa jina xwe bikim? Ok.

Jina min jî ne kêm ne zêde tam 99 kîlo û 500 gram e. Û ez? Ez jî 55 kîlo û 800 gram im ellawekîl. Îcar bifikirin bê wê jina qelew karibe çi tofanê bîne serê yekî wek min jar û rebenê xwedê. Erê ez jî ji go?tê qelew hez dikim, lê babam ne ew go?tê ku gava ez bixwim roviyên min di devê min re derkevin ha, wîîî!

Ez bi serê Îsa û Mûsa û bi herdu gunikên mam Celal kim, ez ji tirsa jina xwe newêrim bi ?ev herim ser nivîna xwe lo, weyy! Kuro law 99 kîlo û 500 gram li ku û 55 kîlo û 800 gram li ku? Bi her sê telaqên jinberdanê, salê carekê em hevdu didin ber lotik û zîtirkan, lê wê carê jî feleka min ?a? dibe, dinya li dora min dizîvire û ez wek mi?kê ku ji ber pisîkê bireve, ji ber lotikên jina xwe direvim ellawekîl. Wey ne li wî go?tê qelew be û ne li wê lotika mirinê be û hew! Xwedê neyne serê kesî rebbî……

Îcar heyran, raste ku Kurd ji go?tê qelew û bi taybet jî ji jinên qelew hez dikin. Lê heyran, heger wê jinê sînorê 100 kîloyî derbas kir, bizanin ku yan mêrik miriye û yan jî tofanek wek tofana Nebî Nûh hatiye serê wî û hûn sax…..  

19/04/09- Zaxo-

About The Author