PI?TÎ..
Adil Dûran
Ti?tên berê bi mane û bi tahm bûn.
Ji rojan rojek lawik ji bavê xwe tika dike:
-Yabo, her roj van barê êzingan bi pi?tê dik?inim ber deri. Êdi pi?ta min kul bû.Vaye hê?tirek bi zêreki didin û gelek erzan e. Dixwazim tu ji bo min hê?tirek bikiri..
-Nabe kurê min, ne dema xwe ye.
Û gelek sal dibuhurin..

Bavê wi lawiki deh zêran dide û hê?tireki tine ber derê malê û girê dide. Lawik ?a?mati dimine:
-Yabo, çend sal berê hê?tirek bi yek zêri bû te ne kiri û ez di bin wan pi?tiyan de bûm nivmêr. Niha bi deh zêran hê?tir…ma ev dibe?
-Niha pêwist e û dema xwe ye…
Berê rêxistin hebûn û em xort bûn. Ketin bin bar û pi?tiyên rêxistinan. Lê daxwaziyên me ji hebûn û hin jêhatiyên me ji wek muzik, ?ano û gelek huner û marifetên din derfet kêm bûn.
Carcaran me ji bo pê?vebirina hunera xwe hin hacet ango alikari daxwaz dikir..
Ji bo muzikê derxistina CD
Ji bo xebata wêne nift, firçe û hacetên cûrbecûr.
Çabkirina pirtûkan…
Digotin:
- Ne dema xwe ye…
- Ma rêxistin ji bo çi hatiye afirandin?
Keda salan bi wan pi?tiyan badilhewa çû, iro em mane serbixwe û bi tenê..
Ti?tên berê bi mane bûn…
Wek bûyera Temelê Laz.
Zarokên temel çênabin. Ji bo ku malxweya wi bi tenê nemine, ji wê re pisikeki tine. Lê pisik xezeba xwedê ye. Di hundurê malê de li ser cihê wi rawesti nahêle ku Temel pi?ta xwe rast bike.Temel ji pisikê aciz dibe û biryar dide ku pisikê bibe deverek dûr berde û jê xilas be. Her ku pisikê digre û dibe li dûr berdide, her carê pisik ji wi zûtir xwe davêje malê. Rojekê bi trenê bi rê dikeve û diçe bajareki dûr û xerip û li wê derê pisikê berdide nav kolanan. Lê mixabin vê carê Temel rê ?a? dike û nikare rê derxine. Pi?ti gelek hewldanan ji malxweya xwe re telefon dike.
-Fadime, min rêya malê winda kir..
-Weyy! Vaye pisik hate malê, çawa dibe?
-Ka ji pisikê re bibêje bila ji kerema xwe ji min re rêya malê salix bide..
Niha dem hatiye…
Û me di nav van salên giran û mirovkuj de rêka malê winda kir.
Bar û pi?tiyên me ji êdi giran in û gunehbar ji bûn!
Kerem kin rê ji me re salix bidin..
Da ku em ji van pi?tiyan azad bin….
06.01.2010