Rêwî û gûyê zarokê

 

Rojekê zilamekî rêwî, li gundekî dibe mêvanê malekê. Mazûrvan ?îvê jê re çêdikin, ?îva xwe dixwin û ?evbêrka xwe dikin. Dibe wextê razanê, cihê wî jî datînin û dibên: „Heyran tu ji rê de hatîye û tu westîya ye, keremke ser cîhê xwe razê“.
Herkes diçin ser cihê xwe radizên. Nîvê ?evê mêvan ji ê?a zikê xwe ji xew ?iyar dibe, dibîne ku qurqura nava wî ye. Hema radibe ser xwe û berê xwe dide deryê derve ku here destavê.

Dema derî bi hêdîka vedike ku derkeve, dibîne ku kûçikek weke keftarekî li devê derî mexel e. Ji tirsa kûçik qidûmên wî di?kin, hema dîsa bi hêdî derî dikre û pa?de vedigere. Mêrik dike nake çarê nabîne, navê zorî dayêyê, nema zane wê çi bike. Li hundir digere, dibîne zaroka malê di dergû?ê de ye. Hema paçkê zarokê vedike, di nav paçkê zarokê de gû dike, dîsa paçik girê dide û tê ser cihê xwe radizê.

zikes zilam

Sibê zû bi dengê pîreka malê ?iyar dibe. Pîrek dibê:“Peppûk, peppûk, pepûk!  Mêrko mêrko, ka rabe hele binêre îro gûyê zaroka me ne weke her rojê ye kuro, bi xwedê zaroka me nerihet e. Rabe emê wê bibin ser hekîmekî bavo“.

Mêvan hema ji  ser cihê xwe radibe û ji pîrekê re dibê:“ Yadê bi xwedê tu zaroka xwe bibe ser deh hekîman jî xêr nake. Heta ku kûçikê we ev kûçik be û li devê deryê we be, wê gûyê zaroka we jî her ev gû be“.

Îcar siyaset, ziman, qedr û rêzgirtina piranîya Kurdên me yên îro jî bûye wek mesela mêvan û gûyê zarokê gelî xwendevanan. Hêz û rêxistinên me dixwazin qa?o bibin alternatîf, lê ji tirsa kûçikê ber devê derî newêrin derkevin der, newêrin kevirekî bavêjin kûçik û bedelê bidin. Yan wê bi xwe de birîn û yan jî wê serê hev bixwin . Ji alîyê din nif?ên nûhatî jî ne qedir hi?tine, ne ziman û ne jî nirxên Kurdewarî. Hema kê û çi dibînin êrî?î wan dikin û wek sêva ku nava wê xerabe be li dikan û bazaran tên firotin.

Îcar nizanim, hema em bûne wek ?orba nîskê û hûn sax…

29.01.2010

About The Author