?ikir ji xwedê re, piçek mêranî bi Behdînîyan ve hat

?ikir ji xwedê re, piçek mêranî bi Behdînîyan ve hat

 

?ikir ji xwedê re ku piçek mêranî bi Behdînîyan ve hat û hi?ê wan hat serê wan. Wek hûn zanin, Soranekanim qûn li zimanê Kurmancî û li Kurmancan xetandine û xwe li ser serê wan ferz kirine. Li gora Soranekanim, Kurmanc gundî, pa?demayî û çivan û gavan in û zimanê Kurmancî jî zimanê kuçe û kolana ye. Ji ber vê jî, dixwazin zimanê Soranî li Kurmancan ferz bikin, wan asîmîle bikin û wek xwe qa?o bikin bajarî, bikin Soranekan.

amediye

Axir, dibêjin berî deh panzdeh rojan, girgirekên Soranekanim li Hewlêrê civînek çêkirine û biryar dane ku zimanê Kurmancî bi temametî ji holê rakin û Soranî bikin zimanê fermî. Ev biryar tenê li ser îmzekirinê mabû, lê inek ciwamêrên Kurmancekanim ji Duhok û deverên din be?darî civînê bûne û dîtine ku hahyhooooooo Soran dixwazin çi tofanê bînin serê Kurmanc û zimanê Kurmancî.

Pi?tî ku Kurmancên me li dijî biryara Soranekanim derketine, biryar neketiye jiyanê û halîhazir bincil bûye. Lê dibêjin di fersenda herî piçûk de wê Soranekanim qû?ê ji zimanê Kurmancî biqetînin û tirrê ji Kurmancên Behdînî berdin. Helbet ku Kurmancên Behdînî dengê xwe nekin û bibin kurtanê kerên Soranekanim, wê canekem li wan jî û li zimanê wan jî siwarên.

Axir, mesela me li ser xwepê?andana xwendevanên parêzgeha Duhokê û Amedîyê bû.

Li ser bextê fitne û fesadên Duhokê be, dibêjin xwendevanên parêzgeha Duhokê û qeza Amedîyê gotine.”Ji Soranî re êdî bes e!” û lotikek li Soranî û Soranekanim dane. Di vê lotikê de xwendevanên me daxwaza xwendina zimanê Kurmancî kirine û tê gotin ku ji ber xwendina zimanê Soranî, asta xwendinê di nav Kurmancan de pir ketiye.

 Ji ber ku bêhna sîr û pîvazê ji zimanê Soranî tê, gava Kurmancên me Soranî dixwînin, wek mirî?kên gêj virde wêde dihejin û wek hespên serxwe? pa?ûpê? loikan davêjin. Yanî, xwendina zimanê Soranî ji ê?a mirî?kan û ?ewba berazan xerabtir anîye serê xwendevanên Kurmanc. Ji ber vê tofanê jî, xwendevanên parêzgeha Duhokê û qeza Amedîyê serî hildane û doza xwendina Kurmancî li hikûmetê kirine.

Ez serê we neê?înim û heger ê?iya jî ji xirrê Soranekanim ve, vê carê reha mêranîya Behdînîyên me rabû û piçekî pozê wan ?ewitî. Bawer bikin heger ji destpêkê de Behdînîyên me xwedî li Kurmancîya xwe derketibûna û çalakîyên bi vî awayî li dar bixistana, belkî îro Soranekanim nikarîbûn pelûla Soranî bi serê Kurmancî û Kurmancan de birijandana. Lê sersarî û sistîya Kurmancan, hi?t ku Soran bibin wek dîkên ser sergo û bi nikilan li serê Kurmancan xin.     

Axir, lotika xwendevanên qeza Amedîyê lotikek pîroz e û aqûbet li temamê Kurmancên Behdînî be. Heger gunikre? di nav Kurmancên ba?ûr de hebin wê xwedî li zimanê Kurmancî derkevin. Na heger Soranan ew xesandibin û ji desthilanîn xistibin, ji xwe emê fatîhayekê li ser wan bixwînin û tev ket û tev rabû.

Werhasil, li gora min asîmîlasyon asîmîlasyon e. Ha Tirk, Ereb û Eceman Kurmanc asîmîle kirine û ha Soranekanim em asîmîle kirine, heman ti?t e, heman gû ye.  Ez bi xwe naxwazin wê tir?ikê bixwim û asîmîle bibim baba, îcar kî dixwe yan naxwe ji xirrê ?êrko Bêkes ve….

15.01.2010- Zaxo

About Author

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.