Zarokên xelkê dibin milyarder, ên me jî dibin pîzzacî kuro!

 

Yaw em Kurdên reben çi peppûkî, bê mecal û bê plan û proje ne wey weleddddddd, kuro bi namûsa mêrê çê em ne hêja ne pîvazek xerabe, wî!
De binerin bê zarokên xelkê li ku ne û yên me li ku ne.
Sergey Brin û Larry Page, di 1998an de dev ji xwendina xwe ya zanîngehê berdan, di garajek trimbêlan de ?îrketa Google ava kirinn û niha di nav refên dewlemendên dinyayê de lotikan davêjin, serwet û sermaya wan bi milyaran dolar e. Google îro mezintirîn motora lêgerîna înternetê ye û buhayê wê zêdeyî 23 milyar dolar e.

brin zukerman
Mark Zuckerberg (25 salî), di sala 2004an de malpera Facebook ava xist jiyanê û niha xwedîyê sermaya wî du (2) milyar dolar e. 350 milyon endamên Facebookê hene û buhayê Facebookê niha li dora 11 heta 15 milyar dolar e.

Werhasil, gelo hûn karin bêjin bê ka di be?ê înternet û teknolojîyê de çend Kurdên me bûne milyarder gelî xwendevanan? Omîd Kurdistanî (?irîkê Google) jê derxin, gelo hûn karin navê çend Kurdan bihejmêrin? Ez bi xwe nikarim.
Ê ba?e babam, zêdeyî milyonek Kurd li derveyê welêt dijîn, li seranserê cîhanê belav bûne. Gelo piranîya zarokên van Kurdan dibin çi ka hûn nabêjin?
Li gora îstatîstîka ku sîxurên Lotikxanê çêkiriye, ji %25ên wan dibin pîzzacî, îmbîsçî, firax?o û di xizmeta xelkê de bi perakî kêm dixebitin, bi nan û zikê tirr û fisan dikin. Ji %10ên wan dibin „texsîcî“ û bi ?ev û roj di nava bajarên Ewrûpayê de li qornê dixin, dikin „tîte tît“. Ji %15ên wan ji xwe re dikan û pîzzaxaneyan vedikin, piranîya wan top davêjin, deyndar dibin û li qûnê rûdinên. Ji %25ên wan bi karê narkotîkê dadikevin, ard û ?ekir difro?in zarokên xelkê, wan dikin wek mirî?kên gêj û qûnê li wan diqetînin. Ma çi, ma %25 ne? Û ew %25 çi dikin hûn zanin?
Ew jî zikê xwe bi çend qirû?ên sosyalê tije dikin, xwe nagihînin nîvê mehê, yan wê bi otomatîkan bilîzin û yan jî wê li çayxanên Tirkan bibe „çerqe çerqa“ wan û bi qelemaçan bilîzin. Pi?tî qirû? di bêrîkên wan de neman, îcar wê bên malê, yan wê li rêzeflîmên Tirkan „A?qim“ û „Kîm kîme soxtî“ binerin û li ser dîwanê di xew re herin, yan jî wê têkevin ser înternetê, di koçkên Paltalkê de bibin mîr û wezîr û ji betalî bibin nivîskar, çend nivîsan binivîsin û ha ha virde wêde êrî?î xelkê bikin.
Werhasilî kelam cîgerlerim, aha piranîya Kurdên me ev in.
Zarok û malbatên xelkê mezin difikirin, mezin dilîzin, hem xwe û hem jî dewleta xwe dewlemend dikin, ên me jî tenê li xwe û xirrê xwe difikirin. Yan wê bibin çetecî, mafya, cerdevan, rêbir, mêrkuj, tozfiro?, bertîlxur, gendel û qûna xelkê balêsin, yan jî kurmê ?îrî heta pîrî ye û ji qalibên teng dernakevin.
De ka îcar bêjin qarda?im; bi vî mejî, bi vî aqilî, bi perên sosyalê, pîzza û meqerna emê çawa bigihên armanca xwe yabo? Law ma çima „Bîll Gates“, „Sergey Brin“, „Larry Page“ û „Mark Zuckerberg“ ji nav Kurdan jî dernakevin babam?
Na, na… Ez bawerim di qedera me Kurdan de sedî sed ev yek hatiye nivîsandin:
-Kurdên xwelîliser!
23.01.2010-

About The Author