Êdî emê bi nasnameyek „Ateîst“ bigerin

 

Li ser bextê fitne û fesadan be, dibêjin Dadgeha Mafê Miraovan a Ewrûpayê biryar daye ku di nasnameyan de „ol“ yanî „dîn“ neyê nivîsandin û lotikek qirase avêtiye.

kimlik

Dibêjin pi?tî vê lotika bêîman, hikûmeta cîgerim Erdogan jî ketiye nav hewldanan û ha ha amadekarîyên nasnameyek „Ateîst“ dike. Yanî, hikûmeta Kasimpa?alî Receb jî dixwaze di nasnameyên Tirkiyê de gotina „ol“ yanî „dîn“ rake da ku kes nizanibe xwedîyê nasnamê li ser çi dînî ye, misilman e, fileh e, kafir e, heywanperest e, lotikxanecî ye filan û bêvan.

Yanî bi kurt û Kurmancî, wê di pê?erojê de nasnameyên Tirkiyê bê ol û dîn bin ha, yanî wê „Ateîst“ bin ellawekîl…..

Îcar li gora wê hesabê xwe bikin gelî xwendevanan. Dibe ku li axretê hesabê nasnama Ateîst ji we bê pirsîn, ji min gotin….

04.02,2010

About The Author