Beqlawexane!

Xwedê heye, ba?ûrê Kurdistanê bi destê ?îrketên Tirk tê avakirin. Xwedîyên piranîya wan ?îrketan jî wextekî bi tundî dijminatîya Kurdan dikirin û bawerin gellek ji wan hîn jî wê dijminatîya xwe didomînin. Lê çavê berjewendî û peran kor be, petrol û dewlemendîya ba?ûrê Kurdistanê wilo kiriye ku dijminên Kurdan parçeyek ji Kurdistana mezin bi destê xwe avadan bikin û Kurdekanên me jî çavên xwe ji wan re bigrin, sermaya ba?ûrê Kurdistanê biherikînin xezîna ?îrketên Tirk. Di vir de tenê xwedê zane bê çend milyon û milyar dolar dikevin bêrîka gendel û bertîlxuran heta ku ew ?îrketên Tirk wan îhaleyên qirase distînin. Naxwe ew milyoner û milyarderên Kurdekan çawa çêbûn? Çawa bûn milyoner û milyarderên dolaran?

45821cb2b196caa401a09423c001afba8f3c3b27_375x270

Werhasil, xwedê hîn zêdetir çavên wan gendel û bertîlxuran bi dolaran dagire rebbî. Çawa be ji hinekan re Kurdistan murdistan tenê bêrîka wan e û hestên netewî li cem wan pênc qirû?ên xerabe nake. Aferîn canekem!

Gelo li bakurê Kurdistanê ?îrketên Kurd tunene? Yan ?îrketên Kurd ên ku karê avadanîyê dikin wek Tirkan ne zîrek û jêhatî ne? Belê bi serê Îsa û Mûsa hem zîrek in, hem jêhatî ne û hetta karin tirrê ji ?îrketên Tirkan jî berdin. Lê çima xwelîliserên Kurdên bakur nikarin ji dewlemendîya parçeyek xaka xwe gezek nan bixwin, ciyê ?ik û gumanê ye. Lê cîgerim Tirkekan karin îhaleyên bi milyon û milyar dolaran bistînin û tew kakacanên me jî ha ha ji wan re li çepikan dixin, bi hella hella be?darî merasîmên wan dibin. Dîsa aferîn canekem!

Birastî mesela min ne li ser ba?ûr bû û tew min nedixwest êdî ez behsa ba?ûr û ba?ûrîyan jî bikim. Lê cîgerim Gurkan Uygun hi?t ku dîsa ez wan bînim ser zimanê xwe û gunehên xwe girantir bikim.

Li ser bextê gendel û bertîlxurên bajarê Hewlêrê be, dibêjin lîztikvanê rêzeflîmê “Gelîyê Guran – Kurtlar Vadisi” cîgerim Mematî (Gurkan Uygun), li Hewlêrê bûye dikandar û wê dest bi firotina beqlawa “Gulluoglû” bike. Wey li ser xêrê be û xwedê bikim ba?ûrê Kurdistanê bibe “Beqlawexane”ya ?îrketa Gulluoglû rebbî.

Hûn dibînin ne wilo gelî xwendevanan?

Hetta bi beqlawefiro?ên Tirk jî dixwazin ba?ûr dagîr bikin û bibin ?irîkê perên ba?ûrîyan. Yan beqlawefiro?ên Kurdên bakur miribûn? Yan beqlawefiro? di nav Kurdên bakur û rojava de tunebûn?

Îcar hesab li cem we gelî lotikvanan.

Lîztikvanekî Tirk bê dikana beqlawê li Hewlêrê veke û walîyê Hewlêrê Newzad Hadî jî rabe be?darî merasîma vekirina dikana beqlawê bibe!? Yanî ev ne kar û lîztika zarokan be çiye gelo? Qiraseyekî wek walî li ?ûna ku be?darî merasîmên wezîr, serokdewlet, general û mare?alan bibe, radibe xwe dixe sewîya lîztikvanekî ku ez bawerim yan “hevalê partîya fa?îst MHP” ye û yan jî her ji Kurdan hez nake.

Ma ev karê aqila ye? Yan ez ?êt û dîn bûme û xelet difikirm?

Law we dikanek bidaya me lotikxanecîyan,  meyê ji Gulluoglû xwe?tir û ?îrîntir beqlawe ji Hewlêrîyan re çêkira kakacan! Hem jî meyê navê dikana xwe jî bikira “Beqlawe made în Lotikxane!”

Yan nedibû?

Gelo wê kek Newzad Hadî û berpirsên din be?darî merasîma “Beqlawexaneya Lotikxanê” jî bibûna yan na nizanim, lê ez sedî sed bawerim ku wê dîsa li ser deftera xwe binivîsandina:

Geyayê hew?ê tehl e kaka….!!!!

07.02.2010- Hewlêr

About The Author