Derew nayên veşartin

Ger hûn di famkirina derewan de zahmetiyan dikşînin û ev jî ji we re serêşiyan dike wê gavê vê nivîsê bixwînin. Hin îşaretên derewan hene ku mirov didin dest. Li hereketên mirovê bi we re diaxife binêrin, şiklê axaftina wî an kenê dike bê ku hay jê hebe wî bi we naskirin dide.

Psîkolog Derren Brown îdia dike ku bi teknîkên psîkolojîk dikare ramanên mirovan bixwîne û dibêje: “Bedena me di derbarê ku em xwe bi rastî jî çawa his dikin delîla dide. Ger hûn zanibin lêbinerin, hûnê ji hereketên bedena kesekî bi rehekî têderxin ku rast an derew diaxife. “ Nivîskarê pirtûka “Zimanê bedenê” Allan Pease jî îdia dike ku zimanê bedena mirovan ramanên wan yên rast radixe ber çavan.
Hûn jî bi pêşniyarên Brown û Pease dikarin tê derxin ku çi di serê mirovê li himber we derbas dibe.
VEşARTINA DEST: Gava em bi kesekê/î re samîmî bin, em destê xwe venaşêrin û kefa dest ber bi jor dizîvire. Lê wexta em derewan dikin em destê xwe dixin bêrîka xwe, yan li paşiya xwe vedişêrin.Gava mirov bi gavekê be jî bide pêşiya hevala/ê xwe, dibe ku mijara axavtinê wî/wê nerehet bike.

XURANDINA POZ: Xurandina poz klasîk îşareta derewên mezin e. Gava mêr rastiyekê vedişêrin an derewa dikin bi îhtimalek mezin destê xwe dirêjî çav, guh û lêvên xwe dike. Beden bi vî awayî li dijî derewan radiweste û reaksiyona xwe eşkere dike.

KUXANDIN: Wexta we pirsek ji yekê/î re kir û berî ku dest bi gotinan bike bi kuxik bersîva bide, ev ne îşaretek ji xêrê re ye. Kuxandina derewîn yek ji teknîka xapandina klasîk e. Beden li himber derewan liberxwe dide. Kuxik an paqijkirina qirikê jibo kirina derewa şansê dide mirov ku wextekê ji xwe re qezenc bike.

XWÊSIYA XWE DAQURTANDIN:

Yek ji metodên reaksiyona bedena me ya li dijî derewan ew e ku qirik di bicîhanîna foksiyonên xwe de dijwariya dikşîne. Ev jî axaftinê zor dike. Ango gava yek derewan dike, jibo ku peyvan ji qirika xwe derxe derve liser hevdu xwêsiya xwe dadiqurtîne û lêvên xwe dialêse.

TEVGERA ÇAVA:
Di vê mijarê de tiştê hûn bikin gelekî basît e: Pirsên ku hûn bersîvan zanin bikin. Mesela navê xwarina ku rojekê berê we bi hevdu re xwaribû yan wek ku nayê ser hişê we, navê kesekî hûn herdu jî baş nasdikin bipirsin. Gava bersîv dide an jibo bersîvdayînê difikire, bişopînin ku çav ber bi ku diçe, li ku dinere. Gelek mirov piştî ku derewek kir çavên xwe ber bi jêr berdidin.

LEZA AXAFTINÊ: Hevala/ê we hebo hebo diaxife an dilezîne. Li gor pisporan, mirov çiqasî zû biaxive hûn karin ewqasî zêde şik bikin ku derewan dike. Mirov zen dike ku gava zû biaxive wê karibe derewên xwe baştir veşêre.

CÛRÊYÊ KEN: Gelek mirov piştî ku derewekê dikin rehet dibin. Bandora vê rehetiyê li dengê wê/î jî dike. Bi dengekî bilind û kêfxweş dipeyive. Jibîr nekin ku kesekî derewa dike rehet nikare nefesê bistîne, bîhn lê diçike. Wexta di bin tehdayiyekê de be mêr ne ji zikê xwe lê ji sînga xwe nefesê distîne.

Alles-Lügen

About The Author