Gelo wê Îbo bi gotina Can Dundar bike?

Wek hûn zanin, di derbarê avêtina gav û rêdana demokratîk de cîgerim Erdogan, dixwaze bi hunermend, nivîskar û rew?enbîran re bê cem hev û dîtina wan jî bistîne. Dibêjin...

Wek hûn zanin, di derbarê avêtina gav û rêdana demokratîk de cîgerim Erdogan, dixwaze bi hunermend, nivîskar û rew?enbîran re bê cem hev û dîtina wan jî bistîne.

Dibêjin di nav hunermendên ku wê destê Erdogan bihejînin de cîgerim Îbrahîm Tatlises jî heye. Wê lehmecûncî Îbo jî destê Erdogan bihejîne, xwarinekê pê re bixwe û dîtinên xwe bîne zimên. Lê ka wê Îbo di derbarê rêdana demokratîk de çi lotikan bavêje kes nizane.

tatlises

Di vê derbarê de lotikvanê Tirk Can Dundar, pê?niyazek ji Îbrahîm Tatlises re anîye û ?êwr û mi?êwrek danîye ber wî. Can Dundar ji Îbo re pê?niyaz dike ku gava ew çû cem Erdogan, van gotinên jêrîn bîne zimên û pirsgirêkên ku li hember Kurd û zimanê Kurdî ne bîne zimên.

Can Dundar wilo dibêje:

Ji Îbrahîm Tatlises rica dikim:

-Bela ji serokwezîr Erdogan re strana –Agir ketiye dilê min- bistrê. Pi?tre jî bela bêje: “We ji bo rêdana demokratîk bangî me kir. Lê gelo hûn zanîn ku berî du mehan xortekî 29 salî ji ber ku strana Kurdî got ji alî polîsekî ve hat kujtin?”

-Bela bêje:

“Sûcê wî xortê Kurd (Emrah Gezer) tenê ew bû ku stranek Kurdî stra û polîs tehamilî strana Kurdî nekir, ew kujt”.

-Û bela ji serokwezîr bipirse:

“ Ma Kurdî di teorîyê de (gotinê de) serbest, lê di pratîkê de (jiyanê de) qedexe ye?”

Werhasilî kelam, îcar ez niha pirr meraq dikim:

Gelo wê Îboyê me wêribe van gotin û pirsan ji serokwezîr Erdogan re bêje?

Ê helbet wê bandora xwarinê jî di wêrekîya wî de hebe bawerim. Heger di xwarinê de îsotên tûj hebin û xwêdan bi Îboyê me keve, belkî ji ?ewata devê xwe çavê xwe bigre û devê xwe veke. Lê dîsa jî Îbo Îbo ye, hem kare bêjeeee û hem jî kare behsa Mistoyê Selanîkî jî bike wesselam…

07.02.2010- Stenbol

Categories
Kadîn
5 Comments on this post.
  • Cudî
    10 Februar 2010 at 18:24

    Bi Tawizî Melek ez Bawer nakim Lehmecuncî ji Tirsa bêjê çirt jî, wele heke bi wî mabê Xwedê ji Kurda stand u serê Mevanên Lotikxanê Sax!

  • Dêrikî
    11 Februar 2010 at 18:01

    Hahewww..!!! Gelo dikeve serê we Îbî?o ew pirsan ji serokwezîre tirk Erdogan re bêje?
    Dew?irmo ji dizîya stran û hunara kurdî,asîmîlasyonê û lotik lêxistina mankên û Dasoza pêv çi zane 😀

  • selim
    14 Februar 2010 at 10:37

    welle te di wê peyva xweyî dawî de ti?tekî pir rast got…gelek spassss

  • BARZAN
    15 Februar 2010 at 19:33

    Zirt.tu baweri ewf isotciyè Qunre§ ho zirek bi bit?tobe quro. u ez bawerim camer,fifti fifti kurde.isotci 2 babetin.hinek li ser diya xwu .hinek li ser bawen xwu.ibo§ li ser bawen xwuye ereben Qunre§è.

  • zana
    18 Mai 2010 at 12:03

    keli ji sere kerike cenebe

  • Leave a Reply

    Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

    • Radyoya Êrîvanê sêwî ma

      rojnamevan û rewşenbîrê Kurdên Ermenistanê Keremê Seyad di 82 salîya xwe de ji nav me koç kir û em xemgîn kirin. Keremê Seyad, di 1960î de li Radyoya Êrîvanê...
    • Lotika Papa xweş lotik bû

      Serokê Vatîkanê û Serokê Rûhanî ê Mesîhîyên Cîhanê Papa Franciskus di 07.03.2021ê de pêşî serdana Iraqê û piştre jî serdana Kurdistanê kir. Papa li Bexdayê bi şûr û kêran...
    • Başûrî, mîrasê serokê nemir Mistefa Barzanî dixwin…

      Rojhat Amedî Sed heyf û mixabin em îro dibînin ku jimareyek berçav ji desthilatdarên başûrê Kurdistanê tenê bi gotin li ser rêbaza Barzaniyê nemir mane. Tenê li ser mîrasa...
    • BARÎNA KUTILKAN

      M.Bengo Navê tirolê Bexdê ( Bexdayê) derketiye, lê birastî Xerdelê me heft pêhn li wan xistiye. Xerdelo tirolakî xwedê bû, bi çakûça xwe ji mal bernedida. Ne tenê tirole...