Gelo wê Îbo bi gotina Can Dundar bike?

Wek hûn zanin, di derbarê avêtina gav û rêdana demokratîk de cîgerim Erdogan, dixwaze bi hunermend, nivîskar û rew?enbîran re bê cem hev û dîtina wan jî bistîne.

Dibêjin di nav hunermendên ku wê destê Erdogan bihejînin de cîgerim Îbrahîm Tatlises jî heye. Wê lehmecûncî Îbo jî destê Erdogan bihejîne, xwarinekê pê re bixwe û dîtinên xwe bîne zimên. Lê ka wê Îbo di derbarê rêdana demokratîk de çi lotikan bavêje kes nizane.

tatlises

Di vê derbarê de lotikvanê Tirk Can Dundar, pê?niyazek ji Îbrahîm Tatlises re anîye û ?êwr û mi?êwrek danîye ber wî. Can Dundar ji Îbo re pê?niyaz dike ku gava ew çû cem Erdogan, van gotinên jêrîn bîne zimên û pirsgirêkên ku li hember Kurd û zimanê Kurdî ne bîne zimên.

Can Dundar wilo dibêje:

Ji Îbrahîm Tatlises rica dikim:

-Bela ji serokwezîr Erdogan re strana –Agir ketiye dilê min- bistrê. Pi?tre jî bela bêje: “We ji bo rêdana demokratîk bangî me kir. Lê gelo hûn zanîn ku berî du mehan xortekî 29 salî ji ber ku strana Kurdî got ji alî polîsekî ve hat kujtin?”

-Bela bêje:

“Sûcê wî xortê Kurd (Emrah Gezer) tenê ew bû ku stranek Kurdî stra û polîs tehamilî strana Kurdî nekir, ew kujt”.

-Û bela ji serokwezîr bipirse:

“ Ma Kurdî di teorîyê de (gotinê de) serbest, lê di pratîkê de (jiyanê de) qedexe ye?”

Werhasilî kelam, îcar ez niha pirr meraq dikim:

Gelo wê Îboyê me wêribe van gotin û pirsan ji serokwezîr Erdogan re bêje?

Ê helbet wê bandora xwarinê jî di wêrekîya wî de hebe bawerim. Heger di xwarinê de îsotên tûj hebin û xwêdan bi Îboyê me keve, belkî ji ?ewata devê xwe çavê xwe bigre û devê xwe veke. Lê dîsa jî Îbo Îbo ye, hem kare bêjeeee û hem jî kare behsa Mistoyê Selanîkî jî bike wesselam…

07.02.2010- Stenbol

About The Author