Lotikxane, dermanê hemi derdan e

keninSpas jibo wê hêza tevgêra gerdûnê tev digerîne ku Lotikxane jî nûjen dibe û wê ji îro û pêde em lotikvan jî lotikên zêdetir û nûtir bavêjîn.

Heta ji me bê emê dilê xwendevanên xwe?tir bîkiîn. Bi vê wesîlê ezê jibo we serpêhatîya vê sernivîsê par vekim.

 

 

Berî niha min jibo pismamê xwe yê Parîsê Turan (Baro ) têlefon vekir û li halê wî pirsî. (Ew nêzîkî sê salan bû Baro ji ber arê?e û pirsgirêkên malbatî û civakî  ketibû nava stres û xeman . Ken jî ji bîr kiribû). Min jî jê re got: “Bikeve Lotikxanê qurban”.

Pi?tî çend rojan ew li min gerîya û got:

“ Tû zanî çi hate serê min? Ev bûn sê sal in ku ez nekenîbûm. Lê ev sê roj in dûv yêk ( li pey hev) ez dikenim û dibe hîrehîra

min. Bi ken û hîrehîra min der û cîran li min civîyan û wan digot qey “ ez dîn bûme û min serî xwarîye”. Ez derdikevim eywanê dibe hîrehîra min, ez diçim derva dibe hîrehîra min, di nav cihan de, di nava xewê de dibe hîrehîra min. Jin û zarokên min, der û cîran hemi ?a?oma?o bûne. Yên ji min dipirsin çi li te hatîye (çi hewala te ye), ez dibêjim “ bikevin Lotikxanê”. Pismam, ev bûn sê roj in ez heta nivê ?evê Lotikxanê dixwînim, dikenim û dibe hîrehîra min. Pêkenok û nivîsên we qet ji mejîyê min dernakevin. Mîratan qed jî xelas nabin. Ji çîrokên Re?oyê Mîremê jî dirêjtir in. Mala we ava, destên we xwe?. Hûn bûn sedem ku ez bi?êm bikenim; xasma pêkenokên te yên li ser Culemêrgîyan ez ji kenan beecandim. Wek flimekî  Culemêrg û ew kesên xudanên pêkenokan hatin ber çavên min. Tirsa min ewe ku vê carê ez bi nexwe?îya ken bikevim. Bi xwe hinek kes wê ?ikê jî ji min dikin”.

Vêcar hûn dibînin xwendevanên hêja, em kesên ketine stresê û sê salan ne kenîne jî ji kenan dîn dikin û bi çolan dixin. Lotikxane dermanê serê?, dilê?, pi?tê?, stres û hemi derdan e. Heke hûn bawer nakin, ji Baro (Turan) ê pismamê min bipirsin.

08.02.2010-

About The Author