MÛZ

muz_9 BANANA – BANANIER

Mûz hê?inhatek giyayi yên mezin ji malbata muzan e û ( hinek dibêjin ji malbata tûyan lê bi dimena palmal an e ) li welatên germ hê?in têt. Bejna wê 3- 25 m yan bilind dibe, qurmê wê wek girêkan di nav axê de ne. Belgên wê di navtenga wê de hê?in dibin û gelek mezin in. Rengê wan kesk in û bi qasî 2 mitroyan dirêj in. Di nava belgê de rehek dirêj, ji wê rehê cep û rastane rehên rî?î jê diçin û di herdu aliyan de ditewin, di?ibin baskên qertelan. Ji tayên çikên tewiyayî kulîlk dibi?kivin.  Rengên kulilkên wê bi gelenperi binev?î ne. Lê yên sor, zer jî hene. Ji wan kulîllkan fêqiyek gû?îyane wek pêçîyên destan çêdibe. Qa?ilek ku berê kesk û pa?ê jî zer dibe heye. Kêm zêde 100 cûreyên muzan yên kedî û kûvî hene. Yên heri maqûl û çandiniya wê tê kirin “ Gross Michel “ in . Çîkîta jî cûreyek Gross Michel e.  Yên çandinî ji ber ku jibo fêqiya wê zêde berbide, xwediyên wan nahêlin zêde bilind bibin. Piranî di bilindahiya 2 mitrowan de dihêlin. Ji her binekê 200 mûz jê tên hilanîn.

bananas-jin-2

 

Welat û dirok: Welatê  mûzê ba?ûrê Çinê, Hidistan û Awûstralya ye. Diroka wê ba? nayê zanîn, lê eserên di derheqa muzê de berî zayinê bi 500-600 an li Hindistanê hatine dîtin. Wisa tê bawerkirin ku gemîvan û masîvanan jibo werîs  (?erît-qeytanên qalind)  û torên masîgirtinê jê çêbikin çandiniya muzan kirine. Lê pa?ê jî ji xwarina fêqiya wê fayde dîtine û bi vî avayî belavî deverên din bûye. Niha jî di dinyayê de mûz bûye fêqiyek ku heri zêde tê xwarin. Welatên herî zêde lê tên çandin Hindistan, Amerika latîn, Awûsturalya, Spanya û hwd.

Berhevkirin: Fêqî jibo xwarinan û arvan tê hi?kkirin û hilanîn. Dara wê mehekê di avê de dimîne û pa?ê, bi ?ehek taybet tê ?ehkirin û dibe wek benan.  Ew ben jibo werîsên (xalat) tên gemiyan û torên masivanan tên hûnandin. Herweha ji wan tayan  hesîl, ?ewk, berhemên diyarîyan tên çêkirin û jibo kursiyên tirinbêlan jî tê xebitandin.

 

Têdahî: Potasyûm. Ni?aste, Asitên folik, ?ekir, Rûn, Kalsiyûm, Hesin, Fosfor, Paxir, iyot, Sodyûm Vitamin A, B1, B2, B6, C, E. û hwd.

muzdar

Kêrhatî:  1-Hemi maddeyên ku beden hewceye pêk tîne. 2- Hestiyan zexim û bihêz dike ,westiyan û hêrsbûnê hiltîne. 3-Taybetiya wê ya tedawîkirina arê?e û ê?ên rûvikan heye. 4- Jibo nexwe?iyên gurçikan bi fayde ye. 5- Jibo dil ?îfadar e. 6- Jibo sîstema kezîyan, edavên movik û gurçikan gellek bikêrhatî ye. 7- Stresê ji holê radike. 8- Dewisîna xwinê dadixe. 9- Jibo kezebê gellek ba? e. 10- ?êlav (girêz) a a?ikê kêm dike.

Di derbarê mûzê de Prof. Dr. Ahmet Maranki dibêje: “ Mûz di hundirê xwe de madarek zêde asidên folik, vitamina B6, ni?aste, potasyûm û ?ekir dihewine. Mûza ku bi ?îr ve bê  xwarin gelek hesin, kalsiyûm û vitaminan dide bedenê. Zeximbûna bedena zarowan pêk tîne, li hember nexwe?iyan berxwedan û bixwevehatina bedenê pêk tîne. Westiyana beden û hêrsê ji holê radike û jibo dil ?îfadar e. Jibo movikan û kezîyan zêde bi fayde ye. Heke mirov bi tenê bi mûzê xwe têr bike, dê zehmetiyên hezmê bikê?e. Ji kesên ku nexwe?iya ?ekir pê re heye re ne ba? e”.

 

Mûz bi navê xureka mejî yan jî  Afrodizyak navdar e. Fêqiya muzê ya gehi?tî ji alîyê ?ekir ve gelek dewlemend e û bi hêsanî tê givirandin. Jibo xwedîkirina pidikan (zarowan) pir tê xebitandin û ji wan re gelek ba? e. Mûz jibo zeximbûn û xurtbûna kezebê pir ba? e. ?êlava (girêza) a?ikê (mexdê) kêm dike.

Karanin: Ji fêqiya mûzê gelek cûreyên pastan, kekan tên çêkirin. Ava wê tê giva?tin û vewxarin.  

08.02.2010

About The Author