Nexwe?iya ?ekir
Dr. Mihyedîn
Nexwe?iya ?ekir ji ber xirabûna bikarhatina lûf’ê Pankreas’ê çêdibe. Ev lûf (bez – paç) hinek maddeyên ku, erkên cûrbecûr dibînin, tînin holê. Ev jî du ?ikil in.
1-) Lûf’ên ku maddeyên çêkirî bi riya hinek cok’ên (kanal – rê) taybet davêjin der. Wek: Lûf’a tif’ê, tifê valadikin valayiya dev. Lûf’a a?ik’ê, maddeyên avê valadikin ê?. Ev maddeyên ku tên holê maddeyên heyvan’î ne. Bi riya van heyvan’an xwarin di hundur de perçe dibin û dikevin nava xwînê.

2-) Lûf’ên ku sererast maddeyên çêkirî bera nav xwînê didin. Ji van re Lûf’ên hormonê jî tê gotin. Ev hormon di la? de erkên girîng dibînin. Wek: Lûf’ên stû, lûf’ên ser Gurçik’an û.w.d.
Pankreas, maddeyek taybet û tevlihev e. Ji aliyekî heyvên çêdike û valadike roviyan û ji aliyekî din de jî hormonê çêdike û dide xwînê. Ji vê hormonê re “Însulîn” tê gotin. Nexwe?iya ?ekir ji ber ku, Pankreas însulînê têr çênake, tê holê. Erka hormona Însulînê ev e ku, ?ekir û maddeyên bi Karbonhîdrat (wek: xwarinên ji hevîr, nan, petat, ?îr) li bêjingê xe, wan di la? de bi?ewitîne û kaloriyê bîne holê. Gava ev pêk neyê, ?ewta maddeyan çênabe û ev dibe sedema pêkhatina nexwe?iya ?ekir.
Di xirabûna pêkhatina hormona însulînê de, bandora hinek nexwe?iyên lûf’ên hormon û damaran jî heye. Wek: Lûf’ên hormon û damarên dil, a?ik, kezeba re? û.w.d. Gava têkilî, rê û rêbaza nava ahenga van lebatan xirab dibe, nexwe?iya ?ekir peyde dibe. Di nexwe?iya ?ekir de ji xeynî Pankreas’ê, hinek lûf’ên din jî xirab dibin. Ji ber vê jî, ?ekir ba? na?ewite û di la? de hinek nexwe?iyên din jî dest pê dikin.

Ji aliyê din, di peydebûna nexwe?iya ?ekir de, hinek ti?tên din jî giraniyê dilîzin. Di serî de xwarina zêde tê. Sedemên giyanî (rûhî) jî girîng in. ?ekir û ni?adir wek benzîna motora jiyana mirov in. Ev madde, di bazên meriv de di?ewitin û dibin sedema tevger û bikarhatina wan. Di vê ?ewatê de, ?ekir bi temamî di?ewite û dibe av û asîtkarbonîk. Asîtkarbonîk bi riya bêhnê û av jî bi riya mîzê tên avêtin. Bi vî awayî di la? de maddeyên bi zirar namînin. Ji bo ku ?ekir qenc bi?ewite, divê di nava xwînê de hormona însulîn’ê hebe. Ji ber ku di nexwe?ên ?ekir de însulîn kêm heye, ?ekir tam na?ewite û di la? de kom dibe. Zêdebûna ?ekir, bi ?ekirê nava xwînê kif? dibe. Di nava xwînê de tim hinek ?ekir heye ku, jê re xwîna ?ekir tê gotin. Nî?ana ?ekir di xwînê de kif? dibe. Di mîzê de ?ekir dîtin ne hevqasî ewlekariye.
Hinek mirov hene di mîza wan de ?ekir heye lê di xwîna wan de tuneye. Nexwe?iya bingehîn a ?ekirê xwînê ye. Hinek mirov nexwe?ên ?ekir’in lê di mîza wan de ?ekir nayê dîtin. Ji bo vê jî nexwe?iya ?ekir nexwe?iyek tevlihev e. Kif?bûn û ewlekariya vê nexwe?iyê bi tehlîl û lêkolîna xwînê ve girêdayiye. Di 100 gram xwîn de 120-130 mîlîgram ?ekir peyde dibe. Ango; di nav lîtreyek xwîn de 1,2- 1,3 gram ?ekir peyde dibe. Lê di nexwe?ên ?ekir de ev ne wilo ye. Di wan de Pankreas ba? Însulînê nade. Di van nexwe?an de bi zikê birçî, di xwîna wan de 0,15 – 0,30 ?ekir peyde dibe. Carna jî zêdetir e. Gava xwarnê dixwin ev hîn jî zêdetir dibe. Ji ber ku ne têr Însulîn’in ?ekir ba? na?ewite û nakeve rew?a xwe a normal. Gava di wextê xwe de çareserî lê neyê kirin la? tije ?ekir dibe û jehriya ?ekir destpêdike.

Însulîn dihêle ku ?ekir di la? de bi?ewite. Erka wê a duwemîn jî ev e ku, Însulîn ?ekirê zêde di la? de depo dike. Ev ?ekir di kezeba re? û di bazû’yan de tê depo kirin. Ev ?ekir di rew?a xwe a Glîkojenê deye. Gava Însulîn ba? naxebite, la?ê mirov nikare ?ekirên cîgir jî biafirîne.
Girîngiya vî ti?tî mezin e. Ji ber kêmasiya Însulînê ?ekir na?ewite û afirandina yên cîgir jî xirab dibin. Ji ber vê jî rûn û tewa?ên ku, bi xwarinê re dikevin nav lê?, ba? bi kar nayên. Rûn û tewa? jî di?ewitin û kaloriyê didin. Bi wê ?ewatê re asîtkarbonîk û av tê holê. Gava ?ekir ne?ewite û çêkirina Glîkojenê raweste, ev rûn û tewa? jî tam na?ewitin û nahilin. Ji nîv?ewata van rûn’an hinek madde çêdibin, di la? de dicivin û kom dibin. Ji vê jî bandora jehrê çêdibe. Ev madde, Aseton, asît’a Aset’ê (sîrke) û asît’a beta oksîbutrîk’ê ne. Divê di dema xwe de rê li ber van bên dirtin û çareser bibin, yan, di la? de jehrî û bêhi?ketina koma’yê destpêdike û dibe sedema mirinê.
Li elametên diyabetê miqate bin
Nexwe?iya ?ekir li dinyê sal bi sal zêdetir dibe. Ji her sê kesan nexwe?ek bê ku hay ji cidiyeta nexwe?iya xwe hebe wek ku tu ti?teq neqewimîbe jiyana xwe didomîne. Glîkoza (?ekir) ku bi miqtarek zêde di damarên nexwe?ên diyabetê de heye dibe sedema hi?kiya damar û nahêle ku xwîn qasî pêwîste biçe ser dil, ev jî dibe sedema qrîza dil û mirinên kardiyak ku bi derbekê tê. Ligel vê telûkê ji her sê nexwe?an yek kes bê ku zanibe di bin rîskek wiha de ye jiyana xwe didomîne.
Elametên nexwe?iya ?ekir
Gelekî û zû birçîbûn
Bi awayekî zêde xwestika xwarina ?êraniyê
Kilo stendin û gelek av vexwarin
Zuhabûna dev
Zû westandin
Ji ni?ka ve jar bûn (kilo dan)
Bilindbûna tansiyonê
Bi zahmetî kewandina birînên çerm
Zêde derketina destavê
Zuhabûna çerm
Di dest û lingan de xur
Qaîdeyên ku divê lê bên miqatekirin
Her sal çavên xwe bidin kontrolkirin
Di her sê mehan carekê de tahlîla îdrara (mîza) xwe bikin
Di her ?e? mehan carekê de kontrola dil û damaran bibin
Ger nexwe?iyên sinir bi we re peyda bûbe, serî li textorekî bidin
Dest û lingên xwe kontrol bikin û ger nexwe?iyek peyda bû serî li dermatologekî bibin
Ger tu ducanî bi (bi halekî ) an dixwazi bibi, bi textorê xwe bi?êwire
Cigarê neki?înin û ji alkolê dûr bikevin
Ger pi?tî hemû tedbîran hûn hizûrê nabînin, serî li psîkologekî bidin.