Çavê we ronî, ajanseke nû vebû!

kevirbiri pen Li gorî saloxên wî; rojnamevan û endamê PEN a KURD Salihê Kevirbirî, pi?tî çapên çendemîn ên pirtûkên xwe welat bi welat û bajar bi bajar geriya ye. Em jî mizgîniyekê didin xwendevanên wî ku ajansek nû ya ragihandinê ava bûye û navê wê jî ANK ye.

Di van gerên xwe yên îmzekirin û danasîna pirtûkan de, rojnamegeriya xwe jî dike û bi van rojên xwe yên taybet hemû raya gi?tî agahdar dike. Kevirbiryê ku debara mala xwe bi pelên pirtûkên ku hê ne nivîsîne jî dike, wek ajansek nûçeyan xebatên xwe dime?îne û yek bi yek be?dariya hemû konferans û civînên nivîskaran dibe.

Lê ji ber ku Kevirbirî bi bernavê xwe yê din rojnameger, bi qasî Routers û Associated Press peyamnêran di rih û bedena xwe de dihewîne, tu kes ji liv û tevgerên wî bêhay namîne.

Herî dawî jî di malpera PEN a KURD de li ser çalakiyên Kevirbirî nivîsek nûçeyî hatiye we?andin. Nivîsa ku bi navê Rewend Xerzî di malperê de cih girtiye, bi pesindayîna Kevirbirî ava devê xwendevanan diherikîne. Di binê nivîsa ku behsa semîner û lotikên danasîna pirtûkan dike de, ji aliyê rojnameger ve ti?tek hatiye ji bîr kirin. Ew jî maîla xwe ya ku bi navê xwe yê eslî jî bi kar tîne di binê nivîsa Rewend Xerzî de daniye. Lê em dîsa didin xatirê xwendevanên wî, em vê çewtiya jêderka Ajansa Nûçeyan a Kevirbirî nabînin. 

Em li ser navê hemû nivîskar, rew?enbir, lîstikvan, tirrek, virrek, xirrek û çavbelekên Kurd, ANK ango Ajansa Nûçeyan a Kevirbirî pîroz û bimbarek dikin.

About The Author