ERKÊN NETEWÎ Û ROLA PKKê

 

Ez ê di vê nivîsa xwe de bixwazim pêvîstiya minaqe?eya pirsgirêka çareseriya PKKê a bi terefê Kurdan ve giredayî û bi taybet jî erka ser milê Kurdên Bakûrê Kurdistanê bidim kirin. Îro herêmek ji welatê Kurdan, Ba?ûrê Kurdistanê, ber bi dewletbûnê ve diçe, hîmên pê?eroja serxwebûna Kurdistanê li wî be?î tê avêtin. Divê ev, serbilindî û kama dilê her Kurdekî be, her Kurdek destê alîkarî û pi?tgiriyê dirêjî vî be?î bike da ku rojek berî rojekê Kurd çarenûsa xwe bi destê xwe binivîsin. Di demek wek îro de ku dagîrkerên Kurdistanê bi her ?êweyî êrî?î Ba?ûr dikin û dixwazin destkeftinên heyî ji holê rakin, mafê tu Kurdekî tuneye ku ve aramî û ahengîya heyî  ji bo berjewendîyên ol an herema xwe  tev bide. Serok û dezgehên Ba?ûrê Kurdistanê jî divên li gor heqîqet û berjewendîyên Kurdistanê xizmetê bikin. Di avabûna her dewlet û dezgehekê de xeletî û kêmasî çêdibin. Sazkirin û birêkûpêkbûna wê dewletê hewceyî bi zemanekî dûr û dirêj heye. Helbet divê ew xeletî yan kêmasîyên ku tên dîtin bi zimanekî brayetî û dostanî bên rexne kirin. Lê gava rexne ji rexnebûna xwe derket û bû çeka paraztina berjewendîyên heremî, wê demê sînorên rexnekirinê ji holê tên rakirin û dijminatî destpêdike. Ev jî xizmeta dijmin û xêrnexwazên Kurd û Kurdistanê ye.

Ez bawer nakim (ji bilî serok û hin rayedarên PKKê) Kurdek rabe bêje:“Ez Kurdistaneke serbixwe yan jî federe naxwazim„. Di dilê her Kurdî de xewn û xeyala Kurdistana mezin û yekgirtî heye. Lê ?ertan wisa kiriye ku em bixwazin û nexwazin, Kurdistan çar parçe ye, Kurd di welatên xwe de ji hev hatine tarûmar kirin. 4 heremên cuda û her yek ji wan dixwaze bi serê xwe bibe herema sereke. Gava em hejmara Kurdan bidin ser hev, Bakûrê kurdistanê be?ê herî mezine. Gava em li gora hejmarê bilivin, hinek karin bêjin divê Bakûrî seperi?tiya Kurda bikin. Lê realîta heyî mirovan mecburî defactoya heyî dike ku, ew jî ew e go herêmek ji herêmên Kurdistanê azadiya xwe bidest xistiye. Divê em Kurd vê destkeftinê di qada navdewletî de ba? bi kar bînin da ku herêmên din jî bi karibin wan destkeftina bi riyeke hiquqî texin rojeva cîhanê. Kurdê li herêmên ne azad kirî di vî warî de xwedî mafin. Lê wek me li jor jî behs kir, parçebûna Kurdistanê Kurd di her warî de ji hev tarûmar kirine. Çi di warê dînî de (Misilmanî, Yezîdîyatî û wekî din) Çi di warê mezhebên dînî de (?afiî, Henefî, Elewîtî, Neq?îbendî, Qadirî, Rufaî, Ehlî Heq û wekî din), çi di warê zaravayan de (Kurmancî, Soranî, Dimilkî, Goranî û wekî din) û çi jî di warê mejî, adet û rabûn û rûni?tinê de, Kurd ji hev dûr ketine û heta dereceyekê ji bûne bîyaniyaniyên xwebixwe. Ev xalek ji pirsgirêka me ye. 

Çawa ku Serok Mistefa Barzanî di dema xwe de gotibû:“ Çi kesê ku ruhê neteweparêzî pê re çênebûbe, wê rojek ji rojan îxanetê bi gelê xwe re bike“ ev gotin ji bo îro û ji bo her demê jî derbas dibe.

Îro pirsgirêka sereke a di nav Kurda de, pirsgirêka PKKê û Kurdê dervayî  PKKê ye. Her çiqasî hebûna PKKê a li Qendîl û deverê din jibo hikûmeta Kurdistanê jî serê?andinekê bi xwe re bîne jî, divê ji ba?ûrîyan zêdetir em Kurdên bakur serê xwe bi vê pirsgirêkê re biê?înin. Di daxuyanî û helwestên hinek rayedarên PKKê de dixuye ku, alaqeyên herêma Kurdistan ye bi dagirkerên cîran re ew nerehet kirine. Ger PKK karibe sebebê nerehetiya xwe li ser esasê Kurdayetî ji dewleta federe a Kurdistanê re bîne ser zimên, ez  bahwerim wê wek dewlet, herêma Kurdistan jî bikaribe çareseriyekê ji nerehetiya PKK re bibîne. Ji xwe beyanên serokê Kurditanê yê di wî warî de pir zelalin. Serokê Kurdistanê di her firsendê de çareseriyê di riya diyalog û riyên bêçekî bûnê de tîne ser zimên.     

Divê em bakûrî ji niha de zanibin ku, heger sibê yan dusiba Bakurê Kurdistanê azad bû, wê ev pirsgirêk li Bakur jî destpêbike. Pirsgirêka heyî pirgirêka temamê Kurdistanê jî be, divê em Bakûrî ji îro de bi berpirsiyarî tev bigerin û xwedî siyasetek netewî bin. An na sibê emê jî bibin maruzê rexnê mîna PKKê. Û wê gavê emê jî têkevin rew?a ku niha li Ba?ûr di navbera dagirkerên Kurdistanê û hemwelatiyê wede heyî derdikeve ortê. Pirsgirêka çareseriya pirsgireka PKK û xwedîlêderketina wê, ne erka Ba?ûr e. Heger li Ba?ûr pirsgirêka tunekirina PKK hebe, erka pê?în dikeve ser milên Bakûrîyan bixwe û divê ew li xwe û li deskeftiyên xwe xwedî derkevin. Divê di serî de PKK bi rêyên demokratîk li çareserîya vê pirsgirêkê bigere. Lê gava PKK wan destkeftinên Kurda bike qurbana ?exs an herêmekê divê em Kurdên Bakur bi dengek bilind ne razîbûna xwe li himber helwstên PKKê yê ne di berjewendiya milletê Kurd biqîrin.

 

 

 

About The Author