Hawar Ji destê hovîtîya Tirkan

dolmusLOT?XANE:??RNAX– Axxx ax ji destê van hêzên Kurdan! Dîsa le?kerên segbavên dagirker li Rûbazga ?irnaxê dolmî?ek gulebaran kirin û di encamê de Hecer Usluyê 22 salî bi 51 fî?ekan  hat qetilkirin.

Malûm e, winê bejin ma çi eleqeya hêzên Kurdan bi vê segbaviya van dolheraman ve heye?

Gelî Lotikxaneciyan… Vê gotina go ez ê bejim hûn tev pê zanin. Lê jibo bibe bersiva pirsa we, ezê dîsa bejim.

 –   Li zikê mêrik dixin, mêrik dibê ax pi?ta min.

Îcar gelî xwendevanan, ger hêzên me Kurdan mesela Elo Welo deynin alîkî û di esasê berjewediyê milletê Kurd de hêzên xwe dijî dagirkerên Kurdistanê bikin yek, ma wê dijmin karibin bi vê hovîtiyê hespên xwe li Kurdistanê bibezînin?

Na bi quran na!

Bi Încîlê na!

Bi Mishefê na!

Bi Tewratê na!

Û bi sere ?êx Hadî û Tawisê Melek na looo!

 Em wek Lotikxane:

Vê kiryara hov bi tundî ?ermezar dikin û ji Yezdanê ?ev û rojê, rahmet û buhi?tê ji Hecer Uslu re daxwaz dikin.

About The Author