Zankoya Selaheddîn dijminatîya Kurdî latînî dike

uniLi ser bextê fitne û zimandirêjên ba?ûrê Kurdistanê be, dibêjin rêveberên Zanîngeha Selaheddîn, bi tundî dijminatîya Kurdî latînî dikin û serê xwendevanên ku dixwazin bi Kurdî latînî binivîsin, dê?înin.

 

Li gora saloxdan û delîlên sîxurên Lotikxanê yên li Zanîngeha Selaheddînê, dibêjin ji ber ku di azmûnekê de (îmtîhan) bi Kurdî latînî bersiva pirsan hatiye dan, 20 xwendevan raserî nerazîbûnê hatine û “O” pûan wergirtine.

Xwendevanên ku di be?ê ragihandinê de dixwînin, nerazîbûna xwe li hember rêveberîya zanîngehê û dijminatîya Kurdî latînî anîn zimên û dibêjin:”Heheyyyy, welle yabo xwe? mesele ye. Dijmin Kurdî latînî qedexe dikin û hikûmetekanim jî Kurdî latînî qedexe dike. Êêêê, naxwe ferqa wan ji hev ma çi? Çima Ingilîzî latînî qedexe nakin, lê ku em bi Kurdî latînî dinivîsin me ceza dikin kaka, ma Kurdayetî ev lotike?” û bûne wek agirê sor.
Hinek jî jina xwe ji xwe berdidin û dibêjin: “Bi ?e? telaqên jinberdanê, ji ber ku ew xwendevanên me ji bakurê Kurdistanê ne, Soranekanim nahêlin ew bi Kurdî latînî binivîsin û dixwazin wan tîpên ?eytanokî di mejiyê wan de bikutin kaka” filan û fîstan.

Ji alîyê din tê gotin ku nêzîkî 45o-500 xwendevanên ku dixwazin bi Kurdî latînî  bixwînin û binivîsin, (150 bi bakurê Kurdistanê û 300 ji Mexmûrê) mexdûrên dijminatîya rêveberîya Zanîngeha Selaheddînê bûne û ji vê helwesta dijminane aciz in, dil?ikestî ne.
Werhasilî kelam, lotikvanên Zanîngeha Selaheddînê pênc qirû?ên xirabe bi Kurdî latînî nadin û eynen wek Tirkoleran dibêjin: “Ji Ingilîzî re erê, lê ji Kurdî (latînî) re naaaaaaaa!!!!!!”

Çima li dij Kurdî latînî derdikevin hûn zanin gelî xwendevanan?

Ji ber ku ba? zanin, gava dest bi xwendin û nivîsandina Kurdî latînî bikin, wê yekîtîya bakur û ba?ûr, yekîtîya Kurdên bakur û ba?ûr pêk bê ji ber wê ditirsin. Wê ruhê Kurdayetî zêdetir bi pê? keve ji ber wê. Ji ber vê tirsê jî, hem Tirk û hem jî hikûmetekanî Soranekanim naxwazin bi Kurdî latînî bixwînin û bidin xwendin.

Yanî, çawa ku cin ji hesin ditirse, eynen wilo jî Soranekanim ji Kurdî latînî ditirsin ellawekîl……

Hewlêr

About The Author