Bi serê min û we camêr îja soza xwe anî cî.

berdano

Kiîlîlîîîî!
Bi ?erefa Kerbodubo vê carê rast e.
Kilîlîlîlîlîîî!
Bi serê min û we camêr îja soza xwe anî cî.

Belê, î?ev daweta hunermendê dilê Kurd û Tirkan Berdan Mardînî bû. Berdan Mardînî jî wek her mêrê jinan, malik li xwe xerakir û ri?ma xwe xist destê keçeke Diyarbekirî. Bi gotineke din, Berdan bû zavê Mihê, ?êxo û Pi?o Meheme…
Ji îro û pêve kesên ku bixwazin Berdan Mardînî bibînin, divê destvala bi ser wî de nerin. Bi taybetî jî kesên rêya xwe bi ser mala wî bixin, divê cîgerên berx û karan jî bi xwe re bigerînin.
Êê! Camêr bû zavê Diyarbekiriyan, ji bavê wî zêde ye ji îro pêve ji cîgerê hez neke!
Heta xêr û guneh di stûyê xi?tikçî, diz û qirixên Diyarbekir de be, divê bûka me bi ?ertekî ev zewac qebûl kiriye.
Ew jî hûn dizanin çi ye?
Berdan wê bi navê bûka me bangî wê neke, ji îro pêve wê jê re bêje: “Cîgerim”

Erê lotikvanên hêja, î?ev li ser navê malbata lotikxanê ez be?darî vê dawetê bûm. Mala Berdan û xanima wî hezar carî avabe, camêrî kir û ?and pê min jî; lê bi ?ertekî.
Go, Farûqê Devliken, divê lotikên te ?idiyayî û bihêl bin. Û go ji kerema xwe hinekî fireh bide lotikan da ku kes bi lotikên te birîn nebin…
Erê bi xwedê, li ser xwestek û daxwaza wî, min lotikên xwe bi edeb avêtin û min nehi?t kes bi lotikên min birîn bibin û biê?in…

ji lahmecûncî Îbo bigre heta Ceylana ?ahbanûya estetîkê; ji Ali?anê nîvkurd bigre heta Nadîde Sultana pêsîr biçûk (Ez ez im berê pêsîrên vê bêbavê mezin bûn, lê î?ev min ba? bala xwe dayê, bûbûn wek du xara) hemû kesên ku dibên em hunermend in li vê dawetê bûn û herwiha ez jî din av de…

 

Ez li ser navê malbata lotikxanê, bûk û zava pîroz dikim û ji bo wan jiyaneke xwe?, ba?, bê kul, bê derd û bê nexwe?î dixwazim.

Berdan law, tu ferxê Surgirçiyan î. Wek herkes dizane, hûn xwedî trên in. Û nav û dengê trêna we li seranserî Kurdistanê belav bûye. Hêvîdar im, tu yê jî bav û kalên xwe fedîkar dernexî û mîna trêna xwe, serê salê binê salê kur û keçekê çêbike û her sal tu, xanim û zarokên xwe, hûn ê  xwe bin ava hev bigrin û li dora Mêrdîn herûwerin da ku navê trênê li ser we û e?îra we xwe? rûnê. Ji nuha heta deh salên din divê tu têra trênekê zarok çêbikî.
Bi hêviya lotikên germ û nerm! Xwedê taela we bi hev re kal û pî bike!

Rexneyeke biçûk:
Dawet, daweta me bû. Zave, zavayê me bû. Buk, bûka me bû. Kesên be?dar bûbûn, ji sedî heftê Kurd bûn, lê mixabin ji serî heta binî (Ji bilî stranan) zimanê kurdî nehat ser zimanan…
Xwedê û pêxember Ji Ceylanê razî be, Xwedê taela ?e?-heft mêra bide wê, lê divê carcarna kesên derdiketin ser dika sehneyê bi kurdî jî biaxiviyana…

Divê bêhna kurdî û kurdewarî ji çanda me bê. Dawetên me, ?ahiyên me, ?evbuhêrkên me, qerf û henekên me, rabûn û rûni?tinên me… Ev in yê ku miletekî li ser piyan dihêle…

Lê bi rastî jî tu kurdekî ba? û xwedîkesayet î Berdano!..
Ez te pîroz dikim, ji ber ku te xwe, zimanê xwe û kesayeta xwe parastiye.  

Stenbol

About The Author