Divê misilman heqperest bin

Sosyolos û nivîskara rojnameya Tarafê Hîlal Kaplan, di hevpeyvînek xwe de lotikên aqlêselîm avêtin û li heqanîyetê xwedî derket. Hîlal Kaplan, xanimek dîndar e û wer xuyaye alîgira tevgera „Nûrcî“ yan e. Ango; ?agirta Seîdê Kurdî (Nûrsî) ye.

Di hevpeyvîna bi Nûrettîn Hûyût û Ozkan Erdem re Kaplan dibêje:“ Di pêvajoya rêdana demokratîk de xêra herî mezin ew bû ku dîtin û terefên cuda di derbarê pisa Kurd de dîtinên xwe bi azadî anîn zimên“ û pi?tgirîyê dide pêvajoya rêdana demokratîk.

jilal kaplan

Hîlal Kaplan, di derbarê siyaseta misliman û îslamê de Seîdê Kurdî wek nimûne nî?an dide û dibêje ku „çawa ku mamhoste Seîdê Nûrsî ( çi hikmet be nabêjin Seîdê Kurdî) di rêya heqanetîyê de (pirsa Kurdî jî di nav de) hesabê zilm û zora dewletê nekiriye û heqanetîya îslamê paraztiye, divê ?agirtên mamhoste Seîdê Nûrsî jî bêyî ku ?ik di serê wan de çêbibin, ji bo bidestxistin û damezrandina mafên grûpên civakî yên wek Kurd, Ermenî, Elewî û wekî din tê biko?in“.

Xanim Hîlal Kaplan, di wê bawerîtê de ye ku divê misliman heqperest û heqparêz bin û divê di civakê de ji bo bicîhanîna edalet û heqanîyetê bixebitin.
Hîlal Kaplan, pê?niyaz dike ku ?agirtên Nûr (Nûrcî) însîyatîfa ?opandina mînaka Seîdê Kurdî pêk bînin, helwestek mixalefet a li dijî civaka ku serê wê bi „dewleta abadîn“ hatiye ?û?tin derkevin, nî?an bidin ku xweda ji dewletê mezintir û abadîntir e.

Xanim Kaplan, mînakên xwe? ji mamhoste Seîdê Kurdî tîne û bi dilxemî dibêje ku „mixabin misilmanên Tirkiyê hê negihane wê ast, zanîn û hêza ku li dijî hikûmetên tecawizkarên heqê xelkê derkevin“ û gazindên ji helwesta misilmanên Tirkiyê dike.
 
Hîlal Kaplan, di vê derbarê de ?agirtên Nûr derdixe pê? û dixwaze ku ew bibin „îtaatnekarên sivîl“ û bêhnek taze pê?kê?î civakê bikin û helwesta mamhoste Seîdê Nûrsî wek mînak pê?kê? dike.
 Hîlal Kaplan, di derbarê îslamê û misilmantîya Kurdan de jî zimanekî ?îrîn bi kar tîne û dibê: “Ne tenê ji bo herêmê (Kurdistanê) lê ji bo seranserê Tirkiyê îslam girîngîyek mezin e. Ol (dîn) di vê xakê de rastîya herî berbiçav e. Heger di pêvajoya ?erê navxweyî yê 25 salan û di pê?debirina netewperestîya ji alî dewletê ve qiyamet li serê vê civakê ranebûbe, sedema wê pevgirêdana bratîya îslamê ye. Lê mixabin di pêvajoya rêdana demokratîk de hê jî helwest û dîtinên misilmanên Tirkiyê ne kif? e. Em zanin bê di vê derbarê de helwesta sosyalîst û femînîsyan çiye. Lê mixabin terefên misilman di bin bandora daxwaza desthilatdaran de dimînin û dixwazin îslamê bi îdeêlojîyên neîslamî (wek lîberalîzm-sosyalîzm) temsîl bikin“ û helwesta misilmanên Tirkiyê ?ermezar dike.

 Hîlal Kaplan, li ser rew?a Tirkiyê jî diaxive, bi têkçûna „Tirkayetîyê“ kêfxwe? dibe û dibê:“Li gora min rew?a dawîn a Tirkiyê ev e: Tirkayetî têk çû, bijî Tirkiyeyîbûn“. Li gora min xala hevbe? ev e. Mixabin pi?tî darbeya 12 îlona 1980î, gotina „Senteza Tirk-Îslam“ bandorek mezin li misilmanan kir. Lê bi pêvajoya rêdana demokratîk re di qada „dewlet“ê de jî vê sentezê îflas kir, li pataxê ket. Li gora min yekîtîya me (Kurd û Tirkan) girêdayî sazkarîyek heq û heqanetê ye“.

Hîlal Kaplan xanim, di dawîya hevpeyvîna xwe de çareserî û aramîya Tirkiyê di çareserkirina pirsa Kurd de dibîne û dixwaze ku hikûmet di vê derbarê de gavên bi cesaret bavêje, makzagonek sivîk pêk bîne, serê xwe bi pêkanîna a?tîya bi PKK re bê?îne û PKK jî wek terefek ji yê pêkanîna a?tîyê qebûl bike.

Wek ku Hîlal Kaplan xanim jî tîne zimên, birastî jî hêzên îslamîstên Tirkiyê di derbarê pirsa Kurd de bêxem û sersar in, heta ji wan tê xwe ji çareserîya pirsa Kurd dûr dixin û xizmeta siyaseta artê?a Tirkiyê dikin. Her çiqas rew?enbîr û nivîskarên  mîna Hîlal Kaplan hebin û rastîyan bînin zimên jî, lê piranîya îslamîstên Tirk hîna jî bi îdeolojîya „Senteza Tirk-Îslam“ tev digerin û li ser heq û heqanetîya îslamê name?in.

Çawa ku Hîlal Kaplan xanimê jî anîye zimên, li gora min jî divê misilman „heqperest bin“ û hûn sax…

Stenbol

About The Author