Bi tirr û fisan rekor ?ikand

Rekor?ikandin û navdarî bûye bela serê gellek merivan. Hema kî radibe, dixwaze rekorê bi?kîne û têkeve pirtûka Guînnessê. Bawerim heta niha tenê Kurdek ketiye pirtûka Guînnessê û ew jî xortê Dêrikî Sultan Kose ye. Lê helbet ew jî wek „Tirk“ di pirtûkê de cîh girtiye. Wekî din heta niha Kurdekî mala xwe nebiriye mîratê û neketiye nav rûpelên Guînnessê.

cin buz

Axir, li eyaleta Heylongcîang a Çînê, zilamekî 43 salî tam 112 deqîqeyan di nav qe?ayê de ma û rekor ?ikand, ket pirtûka Guînnessê. Li gora rojnama Chîna Daîly radigihîne, zilamê 43 salî 112 deqçqeyan di nav qe?ayê de maye û tansiyona wî bilind bûye. Lê mêro li zilamtîya xwe dananîye û gotiye:“Ez bi serê Mao Zedûng kim, heta tirr di min de hebe ezê di nav qe?ayê de bimînim. Yan ezê têkevim vê bêxwedîka pirtûka Guînnessê û yan jî ezê di nav vê qe?ayê de bimrim. Ma law xelk can in ez bacan im babam“ û ?ilfî tazî di nav qe?ayê de bûye tirre tirra qûna wî.

 Pi?tî ku mêro 112 deqîqeyan di nav qe?ayê de ma, rekor ?ikenand, nemir û giha mirazê xwe, ket pirtûka Guînnessê. Pi?tî vê lotika han, li bajarê Mudangcîang, navê zilêm wek „sêhrbazê qe?ayê“ derket û mêro carek din me?hûr bû.

Axir, niha rekora qe?ayê di destê yekî Çînî de ye gelî xwendevanan.

De bela xwelîliserekî Kurd jî 113 deqîqeyan di nav qe?ayê de bimîne û vê tirrê ji yê Çînî re nehêle, ma wê dinya xera bibe babam!

Yan Kurd tenê yên xwarin û zimandirêjîyê ne law, wî!

Pekîn…

About The Author