P. Kemal
Kurd yek millet e, Kurdistan çar parçe ye
Devliken Kelogirî
Tutinkêş
B. Ronahî
EZÊ MIZGEFTÊ BIKIM DÊR
L. Şêxo
Hûn ji Kurdan çi dixwazin?
A. Dûran
PEVAJOYEK NÛ
B. Qendilê
Ji tirsa Hisko, ji ser hespê hat xwarê!
R. Kal
BILA BIRÎNA ME SAX BE HELA !
S. Îloz
One Minute Wan!
N. Çelîk
Serok Barzanî û rola wî
ARŞÎV | TÊKILÎ

Hem li nêl dixin, hem li bizmêr dixin


Serdar Mirad

Dewleta Tirk dek û dolabên wilo Elî Osmankî digerîne ku nayê gotin. Mêrikan ji alîyekî behsa rêdana demokratîk û reforman dike, ji alîyê din lotikên bêîman li zimanê Kurdî dixe. Her çiqasî di televizyona xwe TRT6ê de lotikên Kurdî davêjin jî, lê ji ber ku Kurdî wek fermî neketiye makzagonê (û xuyaye nakevê jî) nebûye qanûn, li gora dilê xwe pêl serê zimanê Kurdî û Kurdîparêzan dikin. Mînakên van lotik û zîtirkên dewleta Elî Osman nayên hejmartin.

ozan kilinc

Werhasil, li ser bextê fitne û Beko ewanan be, dibêjin 5 emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê, di derbarê xwediyê Îmtiyazê û midûrê nivîsan ê rojnameya Azadiya Welat ê berê Ozan Kilinç de 21 sal û 3 meh cezayê girtîxanê daye û lotikek neinsanî avêtiye.

21 sal û 3 meh law!?

Çima ku Ozan kilinç xwedêgiravî propagandaya rêxistinek sûcdar kiriye, dadwer û sawcîyên dewleta Mistoyê Selanîkî rabûne ser tapanan, dane lotik û zîtirkan û insanetîya xwe (!) raxistine ber çav.

Yaaaaa, hûn demokrasî û insanetîya li Tirkiyê dibînin ne wilo cîgerlerim!

Axir, em wek sempatîzan û mirîdên Lotikxanê yên taxa Xançepekê, vê lotika dadgehê ?ermezar dikin, qûna wan dax didin û mohra Lotikxanê li ser dixin.

Amed

Ev nivîs 504 carî hatiye xwendin


Şirove bike