Her bijî TZP!

Birastî TZP, yanî Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî, ji bo zimanê Kurdî lotikên pir xwe? davêje û tiliya xwe dixe çavê dijminên zimanê Kurdî.

Li ser bextê gundî û cîranan be, dibêjin TZP ji bo perwerdahîya  zimanê Kurdî ne kêm ne zêde, tam 1100 (hezar û sed) daxwazname dane Midurê Perwerdeya Millî ya navçeyê û qûn li midurîyetê qetandiye.

ziman

Li ser bextê galgalên jinên ser tenûran be, dibêjin gava Midur Omer Sagir çav li wan 1100 daxwaznameyan kiriye, çavên wî wek zotka mirî?kê sor bûne, kef bi devê wî ketiye û ji ?ewba berazan xerabtir hatiye serê wî.

Axir, em wek sîxurên Lotikxanê yên li Wêran?ar û derûdorên wê, vê helwesta TZP pîroz dikin û qûna dijminên zimanê Kurdî dax didin.

Hêvîdarin her Kurd bi erka xwe ya netewî rabe, li zianê xwe xwedî derkeve û vê tirrê ji xêrnexwazên zimanê Kurdî re nehêle…

Wêran?ar

About The Author