P. Kemal
Tezkere temam, ma dagîrkirin
Devliken Kelogirî
De here
B. Ronahî
Kerê bi xwe re neanî
L. Şêxo
Hûn ji Kurdan çi dixwazin?
A. Dûran
DEMA HESABDANÊ
B. Qendilê
Xuyaye mêr di gundê me de nemane!
R. Kal
KEÇELTÎ AN QÛNEKTÎ !
S. Îloz
One Minute Wan!
N. Çelîk
Girîngîya zimanê Kurdî û helwesta Karayilan
ARŞÎV | TÊKILÎ

Rastî tehl e


Mistefa Kerkûkî

Li ser bextê diz û kele?ên bajarê Silêmanîyê be, dibêjin rojnamevan Nebez Goran dîsa raserî êrî?ek bêîman hatiye û toz û dûman bi ser serê wî xistine. Nebez Goran çend carên din jî lotik motikên bêîman  xwaribûn û hatibû nermijandin.

nebez goran

Dîsa li ser bextê fitne û fesadên kolanên Silêmanîyê be, dibêjin hingî Nebez Goran rehet natebite û rastîyan dinivîse, kêfa kakacanên me pir ji wî re tê û hema wî didin ber kulm, lotik û pehînan, ser û çavên wî dikin wek nex?eya serê Gorbaçov.

Îcar hinek xêrnexwaz dibêjin: “Kakacanekanim ji rojnamevanan hez nakin û rojnamevanan dikujin” filan û fîstan.

 Ya starrrrr li vê derewê! Hûn mînakê dixwazin? Aha Nebez Goran.

Ma ka Nebez Goran hatiye kujtin babam? Yanî çend lotik motik lêxistibin pir e, dijminatî ye? Na canim. Kuro hingî jê hez dikin lêdixin ha, welle û bille ji hezkirinê lêdixin lo, wî! Ma çima li kesekî din naxin baba, hella hellaaaa!

Axir, ez dibêjim wê rojekê Nebez Goran bibe qurbana vê hezkirina zêde we go çi?

Silêmanî

Ev nivîs 341 carî hatiye xwendin


Şirove bike