P. Kemal
Kurd yek millet e, Kurdistan çar parçe ye
Devliken Kelogirî
Tutinkêş
B. Ronahî
EZÊ MIZGEFTÊ BIKIM DÊR
L. Şêxo
Hûn ji Kurdan çi dixwazin?
A. Dûran
PEVAJOYEK NÛ
B. Qendilê
Ji tirsa Hisko, ji ser hespê hat xwarê!
R. Kal
BILA BIRÎNA ME SAX BE HELA !
S. Îloz
One Minute Wan!
N. Çelîk
Serok Barzanî û rola wî
ARŞÎV | TÊKILÎ

Xalê me Clînton li ser pira selatê ye


?emal Amedî

Li ser bextê George Bu?h û serok Obama be, dibêjin xalê me Bîll Clînton (63 salî) xwe li ber lotikên dilê xwe negirtiye û bi lez rakirine nexwe?xana Colombîan Presbyterîan.

Xalê me Clînton du carî li ser hev serokatîya Amerîkayê kir û wek lotikvanekî demoqrat, germik û nermik hat hezkirin.

Bill_Clinton_Monica_Lewinski

Dîsa li ser bextê re?ik û be?ikên Amerîkayê be, dibêjin ê?a dilê xalê me Clînton ne ê?ek nû ye, hê di dema xanima agirpêketî Monîca Lewînskî de dest pê kiriye.  Dibêjin gava xalê me Clînton çav li Monîca Lewînskî ketiye û çend lotikên lezîz avêtine hevdu, dilê xalê me Clînton pir nazik bûye û ji wê rojê de bûye hêsîrê dilê xwe.

Hinek jî dibêjin: “Na na, dilê wî ji tirsa jinxala me Hîllary Clînton ê?iyaye û tew gava jinxala me Hîllary xalê me Bîll di ser Monîca Lewîndkî de girtiye, damarek dilê xalê me teqiyaye” û virde wêde zimandirêjîyan dikin.

bill-clinton-hillary-clinton

Ez serê we û xalê xwe Clînton neê?înim, li gora agahdarîyên saxlem ketine destê sîxurên Lotikxanê, dibêjin textorên Bîll Clînton di reçeta dermanan de navê dermanekî nuh nivîsandine û navê wî dermanî jî ev e:

Monîca Lewînskî!

Amerîka

Ev nivîs 404 carî hatiye xwendin


Şirove bike