MIN JÎ BAVÊ XWE AVÊT?BÛ W?R !

 

 Em hemi ji bo pê?erojê xebat, kar û ?ixûl dikin.  Zarokên xwe diparêzin, xwedî dikin, mezin dikin, dizewicînin. Em naxwazin hewceyî tu kesî bibin. Hemi keda me ji bo malbata me ye. Gava em êdî  kal û pîr dibin, hewceye ku zarokên me jî li me xwedî derkevin heta mirov diçe ser dilovanî ya xwe.  Ev kevne?opî dom dike. Lê mixabin carna wisa naçe !

kalo

Qasimo, ji bo zarokên xwe jîyana xwe bi ?ivanî, gavanî û xulamî derbas dike. Ji wan re mal û milk berhev dike ku ew rehetîyê bibînin, hewceyî kesî nebin.

Sal diborin Qasimo kal dibe û êdî nexwe? e jî. Bûka wî her roj bi mêrê xwe re dike galegal . Dibê “ Ez nikarim li bavê te mêze kim, ne berdestîya we  me “ filan û bêwan.

Lawê Qasimo dibê “ Jinik ê, ka ez çawa bikim, ne ev bavê min e, divê em lê mêze kin heta dawîya emrê wî..”.

Bûk dibê: “ Yan tu bavê xwe dibî diavêjî nav daristanê, yan jî ezê zarokên xwe hilînim û ji malê biçim. Çi dikî bike ji bavê xwe re “-

 Werhasil, her roj ev pevçûn di malê de kêm nabe.

Lawê Qasimo berbangê neçar bavê xwe dide pi?ta xwe û berê xwe dide daristanê. Rew? bi Qasimo dîyar e, zane wê çi biqewime. Lawê wî bavê xwe li bin darek bilind ji pi?ta xwe datîne erdê.

Qasimo dibê: “ Lawo min daneyne bin vê darê, deyne bin darek din ji bo xwedê !

Lawê wî dibê: “ Bavo ev dar xuya ye bila cîyê te bê zanîn “.

Bi rondikên çavan  Qasimo dibê: “ Lawo min jî bavê xwe danîbû bin vê dara bilind, min daneyne vir “ wesselam.

Lawik difikire “ Bavê min jî kalikê min (bapîr) li vir hi?tîye, ku ez jî bavê xwe li vir bihêlim wê kurê min jî  li min wisa bike“.

Radibe cardin bavê xwe dide pi?ta xwe û dizivire malê. Ji jina xwe re dibê: “ Yan tu yê ji bavê min re xizmetê bikî, yan jî bide rê biçe mala bavê xwe, ev çi nankorî ye “ filan û bêvan.

Axir

Vê heyamê hinek gede û pêxwasên nû dixwazin ku bav û kalên me ji dîroka Kurdan bavêjin. Dewsa Berzincî, Seyid Rizo, ?êx Seîdê Kal, Qazî Mihemmed û Mele Mistefa yê Berzanî çawa tê tijekirin gelo ? Ev çi ?îrheramî ye  ez nizanim, lê  ku hûn zanibin de fermo bibersivînin gelî xwendevanan !

Gelo kesên ku li pa?eroja xwe, li bav û bapîrên xwe, li dîrok û zimanê xwe xwedî dernekevin, wê çi xêra wan ji Kurdan re hebe nizanim…..

Kurdistan

About The Author