Sir û seqema 15 Sebatê

Di serî de ez xebatên malpera Lotikxanê li we û hemi xebatkar û nivîskarên Lotikxanê pîroz dikim. Bi destûra we emê derbasî mijara xwe bibin, diyaloga di navbera min û jina min de ji dinya û alemê re pê?kê? bikin.

Wê rojê jina min ji min re got: „Kuro wa Ahmedo, bi xwedê ti?tekî me li mal nemaye, ka rabe here dikanê rebeno“ û guhê min ki?and.

Min got: „Hermet, xwedê ji te razî, ma tu nabîne bê çi sir û seqem heye keçko, ezê çawa herim lê?“

                                                                                                                               s ibat                                                                                                     

Lê ya xerab telefizyona me jî li ser me?a Strasburgê bû. Yabo min jina xwe nedî, çavên xwe girtin û devê xwe vekir: „Hey min tu bi qurbana wan zarok, jin, kal û xortan kirî, ma tu ji van jî fedî naki gurî?“

 Ez cemidîm û hema çavê min ma li me?ê û min di dilê xwe de got: „Bi quran ev hermet rast dibêje“.

Ana hûn ya rast divên, bi xwedê ger meriv destê xwe deyne ser ûjdanê xwe û rast bêje, divê meriv bêje ku ev terefdarên PKK ji dil û can diçin meselê. Ana hûnê bêjin çima Berazo?

Kuro lawo vê sir û seqemê, bi deh hezaran berê xwe didin Strasbûrgê ji bo ji dinyayê re bêjin bijî serok Apo û azadî ji bo Kurdistan û emê di devê wan de bimîzin yên ku serokê me teslîmî Tirkên qun bi gû kirin. Ma ji vê fedekariyê mezintir çi heye qurban? Bi quran helal ji wan re û hew….

Bi sê telaqên jin berdanê, meriv vê sir û seqemê naxwaze ji berê jina xwe derkeve lo wî! Bi xwedê heya ez diçim dikanê ez û xanima xwe mala bavê hev dibin mîratê, ez jê re dibêjim sar e keçko, dibê ma tu ji vanê Strasbûrgê çêtirî belqitiyo, hey min tu bi qurbana wan kirî!

Bi serê  ?êx Muhsin, Apociya jinên me jî li me kirine agirê har, wî!

Ma kengî wê ev paretiyên me yên din jî me? û mîtîngan di vê sir û seqemê de li dar bixin ji bo em jinên xwe pê a?t bikin û bêjin “ha va em jî dikin baba!”

Xwezî bi wê rojê ku em yên xwe jî li van kolanan bibinîn û em bêjin “yan Kurdistan û yan neman û bijî û hey bijî”.

Lê bi deh hezaran haa, ne wek sêwiyan bi deh, bîst yan jî sedan. Ger hijmar kêm be, bi quran emê li ba jinên xwe ?ermekar bimînin ellawekîl.

Ahmedê berazî

13.02.2010 Almanya

ahmedeberazî@yahoo.de

About The Author