Bi xwîna kobra dijîn kuro!

Jiyan, li jiyanê man marîfetek bi serê xwe ye. Kesên ku nikaribin li ber xwe bidin, mafê wan û jiyanê kêm dibe, lotik li ser lotikan dixwe. Bi taybet esker û gerîllayên ku piranîya jiyana xwe li çol, çiya û daristanan derbas dikin, mecbûr in xwe himber zehmetî û dijwarîyên jiyanê bigrin û bijîn.

                          kob

Eskerên Amerîkî, li Taylandê di bin ?ertên zor û dijwar de xwe hînî jiyana dirinde (weh?î) dikin da ku di her ?ert û mercên dijwar de karibin bijîn. Ji ber vê jî, perwerdekarên Taylandî wan hînî berxwedana jiyana dijwar dikin, wan hînî ?erê man û nemanê dikin. Meselen vexwarina xwîna marên kobra.

Werhasilî kelam, eskerên Amerîkî berê bi kujtina marên kobra dest bi perwerdê dikin. Marên kobra dikujin û xwîna wan vedixwin.

Li ser bextê fitne û fesadên Taylandî be, dibêjin xwedêgiravî gava eskerên Amerîkî xwîna marên kobra vedixwin, wek hespên Bahman Gobadî serxwe? dibin, zimanê xwe li dora devê xwe dixin û derdikevin seyd û nêçîra maran.

Lê dibêjin carna jî marên cobra bi wan vedidin, qûnê li wan diqetînin û zimanê wan metrokê ji devê wan dik?înin.

Ê helbet canim, kesên ku herin nêçîra masîyan helbet wê qûna wan jî ?il bibe. Carna eskerên Amerîkî tirrê ji marên cobra berdidin û carna jî marên cobra didin bin dûvê eskeran.

Ma dinya ne bi dorê ye cîgerim!?

Tayland

About The Author