EZ M?S?LMAN ?M!

eser bube

Hecî kurê dewlemendeki û xwediyê çend gundan bû. Loma wi di jiyana xwe de tu kar nekiri bû.  Karê wi kêf û ger bû. Him ew  kurê malê yê mezin bû û him ji pereyên wan pir bûn. Van herdu sedaman, lê weha kiribûn ku êdi ew ji kêf û sefaya xwe pê ve tu ti?tekî din nedifikirî. Gundên wan li berriya Kiziltepe bû.  Li gundên wan bêtir genim, ceh û nîsk dihate çandin. Eger sal ba? bihata wê salê qezenceke ba? dikirin. Karê Hecî hersal ew bû ku dema zadên xwe hemû diçînin, qutê (nifqê) malê datanî û yên din hemû difirot, ji wan pereyan tenê mesrefên malê û yên zarokan li mal dihi?t, yên din hemû digirt, bi pawyon û gazinoyên Ankara û Îstanbûlê diket. Li wan deran malê xwe tev li kêfê dida.

musluman

Dema pêla welatparêzî li bakurê Kurdistanê ge? bû bû, Hecî jî hineki li xwe vardiqile ku karê ew dike ne ba? e. Loma ew jî hêdi hêdi berbi bayê welatparêziyê dikeve. Bi imkanên xwe alikariya welatperwerên Kurd dike. Xwendin û zanabûneke wi zêde tune bû. Baweriyên wi yên di derheqên dîn (ol) de qet nebû. Bi nav misilman, lê bi emelê xwe ti?tên bawermend dikin, ne dikir. Gelek ji mirovên e?ira wi, di nava rêxistinên welatperwer yên kurdan de cihê xwe girtibûn û bi dilsozi kar dikirin. Vê yekê tesîr li  Hecî kiribû ku ew jî kete nava refên welatperweran.

Bi pere û erebeyên xwe, xwe ji tu fedakariyê bi ?ûnde nedida alî. Wî gelek ji mezinên dewleta Tirk weke qomser, sawci, general ûhwd. ji bi saya pereyên xwe dinasî. Bi saya wan nasên xwe,  welatperwerên ku dihatin girtin, didan berdan.

Lê roj hat, ewrên re? yên darbeya le?keri ya 12 ilona 1980ê girt ser bakurê kurdistanê. Wan ewrên re? tu dereke welêt zuha nehi?tin. Li welêt lehiyak rakir ku di nava vê lehiyê de ciwan û îxtiyar, jin û qizên welêt hemû bi ber ketin. Ji wan yek jî Hecî bû. Di vê rew?ê de Hecî li wan zilamên ku wî ew bi peran kiribûn weke kuçikan, digeriya. Lê çi mixabin ku di vê roja re? de, tu kesekî ji wan, êdi Hecî nasnedikir. Hecî carek du caran hate girtin, lê ji ber ku hê hukmê pereyên wî bi tevayi ranebû bû, bi saya wê hebûnê, xwe da berdan. Lê êdî wî jî ba? dizanibû ku ji niha û pêde eger wî bigirin, ew ê êdi neyê berdan. Loma wî jî weke her welatperwereki çareya xwe di revê de dît. Ji bona xwe pasaportek da çêkirin. Ji nava wê hebûnê, berê xwe berbi welatê iskandinavya yê vekir. Li Swêdê bi cih bû. Dûre zarokên wî jî hatin.  Ji ber ku hejmara wan gelek bû, li gor standartên Swêdê jî divê ji bona her zaroyekî odeyek heba. Loma xaniyê herî mezin li bajarê ew li bi cih bû bûn dane wan.

Li Swêdê malbatên xwedî  zaroyên zêde, pereyekê ba? ji dewletê digirin. Her çiqasî Hecî pereyeki zêde digirt jî, lê dîsa kêfa wi ne weke ya li welêt bû. Ji bona malbatên xwedî zaroyên zêde, pere pir e, reheti zêde ye. Kesên ku kar ji mirov bixwaze tune ye. Hecî jî weke gelek malbatên mezin yên kurd ku li swêdê bi cih bû bûn, çend salên xwe yên ewilî bi awayeki qenc derbas kir. Li gor ?ertên Swêdê kêf û zewqa xwe dikir,  jiyana xwe dida me?andin.

Her çiqasî Hecî zêde ne xwenda bû jî, lê ew pir geriya bû. Gelek ti?t bi serî wî de hatibûn. Hin caran di nava kar û barên rêxistinên welatperwer de bi qasî ku jê dihat, xebat jî kiri bû. Her çiqasî ew ne xwende bû jî, lê di jiyanê de stewiya bû. Miroveki zanepeyv û bîrbir bû. Wî di dema xwe de gelek fen û fût li brokratên tirk kiri bû. Ji ber vê bû ku di hatina xwe ya swêdê de zû fen û fûtên ku mirov dikare bike, fêr bû bû.

Hecî mirovekî  xwe?sohbet û nefsbiçûk bû. Di mala xwe de adet, rabûn û dan û stendinên welêt dida bikaranîn. Dema me re li mala wî dibû mêvan, mirov xwe weke li welêt bi, didît. Ji xwe ew di mesrafa malê û ya mêvanan de hê jî weke axayekî gund bû.

Çend salên wî weha bê kar û bi pereyek ba? derbas bûn. Dûre qirîzek kete nava aboriya Swêdê, rew?a wê her ku çû xerab bû. Li Swêdê êdi her ku diçû heq û mafên biyaniyan kêm dibûn. Êdi pereyên didan hesabên wan dipirsîn. Ji kesên ku kar nedikirin, daw û doza kar li wan dihat kirin. Eger mirov kar nekira jî divê mirov, ya biçûya qursa karfêrbûnê, yan jî pêwist bû mirov biçûya dibistanê ji bona ku fêrî zimanê swêdî biba.

Êdi Hecî jî fêm kir ku her diçe rê li ber wi teng dibe. Lê ew, ji heqê xwe derdiket. Ji bona nere dibistanê ji doktoran rapor girt bû ku çûyina wî ya dibistanê ji bona siheta wî xeter e. Weha betal betal jî ne dihat hesabê sosyalê (daîra dewletê ya ku alîkariya kes û malbatên bê kar dike) ku pera bidin wî û malbata wî.

Asistana (?ef) Hecî jineke temenê wê li dor 40-45an bû. Rojekê ew bangî Hecî dike ku pêre li ser rew?a kar biaxife. Hecî jî dihare ditina asistana xwe. Derbasî odeya wê dibe. Xêrhatinê li hev dikin. Hecî jin ba? nas didkir. Ji xwe wî hatinên xwe yên gund hemû, ji bona jinên li Enkarê û Îstanbûlê mesref dikir.  Ji bona vê bû ku wî jin û pisikolojiya wan jî ba? dizanî bû. Her weha Hecî gelek tade û i?kenceyên ku nedîti bû, weke bi serê wî de hatibûn ji asistana xwe re gotibû. Loma asistana wî nedixwest zêde wî biê?ine, wê got:

     – Hecî! weke tu dizane aboriya Swêdê berbi xerabûnê dihare, em weke berê nikarin bê hesap û defter pereyan bidin. Dûre divê ew kesên kar ji destên wan tê bixebitin. Zarokên te diharin dibistanê tu gotina me ji wan re tuneye. Pîreka te ji rew?a wê em fêm dikin. Lê tu li ser xwe yî û tu nerehetiyên te jî tune ne. Loma me ji bona te karek dîtiye û divê êdi tu jî dest bi kar bike.

Hecî gotin dirêj nekir, hema wî yek ser got:

– Ser seran, ma çima na! Karkirin ne eyb e û ne ji guneh e. Kar li gor min bî, çima na, hema ez dikarim îro dest pê bikim. Gelo çi kar e?

  – Kar li gor te ye, ez bawerim tu yê ji vî karî fêm jî bikî.

-Gelo çi kar e?

– Kar ev e; heftê pênc rojan tu yê heri ber berazan. Ji ber ku te ji min re goti bû, te li gund tenê ?ivantî kiriye. Hema hema ev jî weke ?ivantiyê ye. Serê siban tê wan bibî çêrê û êvaran binî. Zivistanan ji li hundir tu yê li wan û êmê wan mêze bikî.

Heci di gelek rêyên weha de derbas bû bû. Gelek fen û fûtên wî li brokratên tirkan kiribûn, hebûn. Loma ew, xwe bi xwe fêkiri ku çi bêje. Pêwist bû wi ti?tê bigota da ku li gor qanûn û bernameyên kar bana. Bê ku zêde bifikire hema yek ser planek di serê xwe de çê kir. Weha kir ku ne asistana wî, ji wî aciz bibî û ne jî ew kar bikî. Hema li asistana xwe nerî û got:

– Kareki ba? û rehet e. Ev kar li gor min e. Lê hûn ti?teki ji bîr dikin.

Asistana wi ?a? ma û got:

– Çi ye ti?tê ku min ji bir kiriye Hecî?

– Te ji bîr kiriye ku ez misilman im. Weke tu jî dizanî, em misilman go?tê beraz naxwin. Ew ji bona me heram e. Dema destên me bî wan ji dibe ev jî ji bona her misilmanekî him guneh e, him ji li gor dinê me heram e. De bifikire ku li gor dînê me, em nikarin destên xwe jî bi wan bikin. Dema ez li ber wan biminim, ez ê gelekî gunehkar bibim. Ev jî tê wê maneyê ku ez ê li wê dinyayê herim cehenemê. Ez ê li wê dinyayê di nava êgir de bi?ewitim.

Asistana wî li xwe varqilî, weke gunehkariyek mezin kiribe, serê xwe hejand û got:

– Li min bibuhure, bibuhure! Min qet bîra ti?teki weha nebiri bû. Qet nehatiye he?ê min ku tu misilman e. Ez dawa liborinê li te dikim û vê ji bîr bike. Here mal, em ê tu karekî din ji te nexwazin.

About The Author