Xaltîka me Ayna lotikek kesanedî avêt

Navbera hikûmeta Kasimpa?alî cîgerim Receb û endamên BDP bûye wek ?orba kelandî û ha ha hevdu didin ber lotik û pehînan.

Bi minasebeta girtina 16 endamên partîya BDP, li Mêrdînê presskonferansek hat lidarxistin û dê weledê xwe avêt. Helbet girtina endamên BDP rûre?î ye, ciyê ?ermezarîyê ye. Lê mesela me li ser gotinên xaltîka me Emîne Ayna bû.

emine

Xaltîka me Emîne Ayna, di preskonferansê de axavtinek qerase kir û em matmayî hi?tin. Ayna xanim di derbarê hikûmeta AKP de got: “Ez sawcîyên dewletê dawetî wezîfê dikim. Hikûmeta AKP dixwaze dewletê parçe bike, navê vê jî cudaxwazî ye” û gilîyê partîya AKP li  dewletê kir.

We fahm kir bê xaltîka me çi dibêje ne?

Yanî, xaltîka me parçebûna dewleta Tirk naxwaze, li dij parçekirina dewleta Tirk derdikeve û hikûmeta AKP wek cudaxwaz bi nav dike, gilîyê AKP dike.

Balkê? e, di heman demê de Serdozgerê Dadgeha Bilind Abdurrahman Yalçinkaya jî (ku wek zilamê dewleta kûr û Ergenekonê tê naskirin) heman lotikan davêje û ji bo girtina partîya AKP li mahneyan digere.

Halla hallaaaa ya siphan alla!

Law ma tesaduf û lihevrastinek ewqasî ecêb çêdibe?

Ji dêvla ku kêfa xaltîka me Ayna bi parçekirina dewleta Tirk bihata, radibe gilîyê AKP dike û dibêje „hawarêêêêê AKP dixwaze dewletê parçe bike!“

Birastî madem em parçebûna dewleta Tirk naxwazin, çi î? û karê zarokên me li serê çiyê heye babam? Ma çûne nok û nîskan bidin hev, wî!

Axir

Lotika duyem ji lotika yekem ecêbtir bû. Xaltîka me Ayna got:”Di dema 12ê Îlonê de  jî (1980 darbeya eskerî) 1.500 (hezar û pêncsed) kes nehatine girtin” û çima ku hevalên wan hatine girtin AKP rexne kir.

Xuyaye haya xaltîka me Ayna ji 12ê îlona 1980î tuneye. Yaw çi hezar û 500, çi 10 hezar, çi 20 hezar, bi sedhezaran kes hatin girtin û dar ketin wan xaltîka delal, tu çi behsa hezar û 500î dikî keçko?

 Ê helbet canim, gava di zindanan de dar û ?û?eyên Coca Cola dihepi?andin zarokên xelkê, belkî xaltîka me nizanîbû bê Kurd çi ne û çi dixwazin ellawekîl. Ji ber vê jî haya wê ji 12ê îlonê û girtinan tuneye.

Werhasilî kelam, Kurd lotik li ser lotikan dixwin wesselam. Wê kengî Kurd ji vê pelûlê xilas bibin ne ez zanim û ne jî melkemot..

Mêrdîn

About The Author