Pere hebin herkes Kurdan nas dike

Çavê peran birije. De bera niha petrol û perên Kurdekanên me tunebûna û bela xelkê behsa Kurdan bikira û bihatina li Hewlêrê konser bidana, ?îrket û konsolosxaneyên xwe vekirana. Ax gidîîîîîîî ev pere çawa dikutin mere, wax!

Dibêjin niha jî modeya stranbêjên Libnanî li Hewlêrê dest pê kiriye. Stranbêkên ku di jiyana xwe de navê Kurdan nebihîstine û ew nas nedikirin, pi?tî ku bêhna peran ketiye pozê wan, yeko yeko dikevin dora tenûra Hewlêrê û tên konseran didin Kurdekanim. Ê helbet Kurdekanên me jî tama devê xwe zanin haaaa, balkê? e ku ne stranbêjên seksî û doxînsistbin jî nayên Hewlêrê bavo.

pere

Dibêjin pi?tî Necwa Kerem, lotikvana Libnanî Elîssa jî xwe li Hewlêrê ba daye û toz û dûman bi ser serê Hewlêrîyan xistiye. Elîssa ya ku ji çapemenîyê re dibêje:” Ev cara yekemîn e ku ez ligel Kurdan didim û distînim. Berî ez bêm Kurdistanê min Kurd nas nedikirin“ filan û fîstan.

Erêêêê erê…..

De bela pere di meselê de tunebûna, bê birastî wê Elîssa xanim Kurd nas bikirana û bihata li Hewlêrê lotik bavêtana! Lê ji berê de dibêjin: „Pere dikutin mere“ baba, ne sûcê Elîssa xanimê ye.

Lê ya xwe? dibêjin berpirsê pêwendîyên derve yê hikûmetekanim canekem Felah Mistefa, pê?wazîya Elîssa xanimê kiriye û nazik nazik bixêrhatina wê kiriye.

Ê helbet canim, ma kî naxwaze gepa xwe? bixwe baba?

Zaxo

About The Author