Xelk bi namusin

Doh ez çûm mala cîranê xwe  Zîwer , mêvanê wî Murad jî ji Holanda hatibû. Me ji xwe re sohbet dikir. Sohbeta me zivirî hat ser  xwerist, nexwe?îyan û zekema berazan.

Murad got: “ Holandî nabêjin zekema berazan, dibên “zekema meksîkîyan “. Dibêjin em gotina zekema berazan ji xwe re heqaret dibînin. Berazên me hene û em go?tê wan dixwin û li ser berazên xwe dixeyidin”.

 b er

Min jî jê re got:  “Wilah ew bi namûs in! Xwe li ser berazên xwe jî dixeyidînin”.

 Hûn dibînin gelî xwendevanan, xelk neheqîyê li ser berazên xwe jî qebûl nakin.  Lê em Kurd her roj raserî bi sedan heqaret û neheqîyan tên, lê  dîsan jî em dengê xwe nakin. Heta yên wek Emîne Ayna jî  ( nizanim li ser navê kê ) lê di bin navê Kurdîtîyê de heqaretan li me dike. Lê disa jî bêvila me na?ewite . Em hêj jî bi?kokên xwe li hember wê girêdidin û wek mezina xwe dipejirînin .

 Xwezî bi wê roja ku em jî bi qasî xelkê xwe li ser heywan û insanên xwe, xwe li ser Kurd û Kurdistanê bixeyidînin û hûn sax.

About The Author