Daxuyanî û balkêşî!

Em wek Lotikxane tucarî dijminatîya dîtin, ol (dîn), ziman û nasnama kesekî nakin û destûrê jî nadin ku kesek di Lotikxanê de dijminatîyê bike.

Helbet emê rexneyan bikin, lê rexneyên dostanî û erênî. Bi taybet jî em rexneyên xwe li Kurdan dikin. Berê em şûjina di çavê xwe de dibînin û piştre derzîya çavê xelkê rexne dikin.

Em bala xwe didinê ku hinek xwendevanên me di beşê şiroveyan de dijminatîya dînê îslamê dikin û hetta haşa zimandirêjîya mezinên îslamê yên wek pêxember û wekî din, dikin. Ev helwest ne helwesta Lotikxanê û ne siyaseta wê ye. Sextekar û kesên ku olê (çi îslam dibe, çi xiristiyanî, çi cihûtî û çi jî dînên din dibin) ji bo berjewendîyên xwe bi kar tînin di nav her milletî de hene û wê hebin. Lê mafê me tune em di kesayetîya wan şexs yan kesan de dijminatîya dîn û olan bikin. Em bawerin her ol û dîn ji bo başîyê hatine damezirandin. Lê ku kes wê ol û wî dînî ji bo berjewendîyên xwe biherimînin û naveroka wê aloz bikin, nayê wê wateyê ku ew ol yan dîn xerab e û em rasrerast dijminatîya wê ol û wî dînî bikin.

Hinek şirovekarên me bi taybet dînê îslamê ji xwe re kirine armanca êrîşan û gotinên ne layiqî Lotikxanê ji îslamê re dibêjin. Em wek Lotikxane vê helwestê rast nabînin û şermezar dikin. Divê em bizanin ku piranîya Kurdan misilman in û heger Kurd bi rêya îslamê tên xapandin jî, ev ne sûcê îslamê lê sûcê me Kurdan e, ji safîtî û dilpakîya xwe em tên xapandin. Em bawerin roja ku Kurd wek millet û qewmîyet xwe nas bikin û li berjewendîyên xwe yên netewî xwedî derkevin, wê ji alî tukesî ve jî neyên xapandin û neyên bikaranîn.

Îcar em tika û rica ji xwendevan û şirovekaran dikin ku di Lotikxanê de, di şiroveyên xwe de dijminatîya tu ol û dînan nekin, gotinên ji edebê dûr bi kar neynin û Lotikxanê di zehmetîyê de nehêlin. Yan na, emê mecbûr bimînin ku beşê şiroveyan bi temametî bigrin û rê nedin şiroveyan.

Herweha tika ji xebatkarên Lotikxanê jî dikim ku rê nedin wan şiroveyên ku me û xwendevanên me bêşînin.

Hêvîdarim hûnê me fahm bikin

Rêz û silav

Pîrkemal

Ezmanê heftan / qata 101. No:2010

About The Author