Di xewnê de jî hevdû asê kiribûn

erdo, gul, baso

Ti?tê ku em ji dê û bav û xwi?k û bira û dost û yar û neyar û heval û hogir û dijmin û pîr û bapîr û dapîr û û û û û… hîn bûne û zanin.

Ji ber ku min hinekî an jî pir ûûû.. lê dirêj û zêde kirin, hûn bi min hêrs nebin ji kerema xwe. Lewra ev lotika min ya ewil e û sedemên wê jî hene.

Sedema yekemîn ew e, ji roja ku xwedayê mezin Lotikxane afirandîye û vir ve, hûn deyndarê min ê xwendina van nivîsana ne.

Sedema duyemîn jî ew e ku ez ji  tîpa û yê bi xwe piiiirrrrrr hez dikim. Ji ber ku gelek kes û nekesên ku nayên ber hev û nakevin ser hev û bin hev, di hevdû de, li rex hev, dilê hev û hemberê hev bi cîh dike. Xelet fêm nekin û bi ser min de jî newin. Her çiqas ne wek evîneke dualî be jî, weke evînek platonîk e. Her çiqas ez evîna xwe ji vêderê bi rêya Lotikxaneyê ji Û yê re e?kere dikim jî, xwedê zane ev û ya hanê bi xwe jî wek kerrê gundê Xaltîka Fatê ye. Ne dengek dibihîse ne jî ti?tekî hîs dike..

De ka em vegerin serê mesela xwe, ango pi?tî Û yê.

Wê rojê ez bêwext û bêhemd bêyî ku kincên xwe yên ?evê li xwe bikim, ketim xewê.

Lê li ba min carna xew û xewn yek e. Xewa min ya wê rojê jî ji wan xewan yek bû.

Wek ku hûn jî ji Apê me yê Sigmund Freud dizanin -di vê navberê de heke hûn wî nas nakin hûn tu ti?tekî ji jîyana xwe ya seksuel jî ti?tekî fêm nakin û tu tamê jî jê nagrin-  dibêje »Xewn neynika roja pa? û pê? e ».

 Bala min jî pir li vê doza Ergenekonleran û teql û zîtikên ku hikûmeta tirrek û hêzên hirç ên çekdarên tirrek li hev dixin e.

Min di xewna xwe de dîtibû ku Ba?bûx û Erdoxanê ku bi pêhn û kulman ketine ser hev û bin hev, li ba serokkomarê tirrek Evdila îfada xwe didin û di talîya îfadê de her yek ji bo a?tîyê soz dide û sond dixwe ku êdî wê bi hev nekevin û tirrê ji hev bernedin.

Erdogan ji tûrikê xwe pirtûka qanûna bingehÎn derxist û Ba?bûx di binî de derbas kir ku wê sozê xwe nexwe. Ba?bûx jî ji tûrikê xwe ?ûrê E?qîyayên Tirkan ên Asyaya Navîn derxist û Erdoxan di binî re derbas kir. Lê di ya dawîn de herdûya jî di bin çavan de li hev nerîn û bêyî ku Evdila bibîhîse ji bo li derve bi pêsîra hevdû bigrin, bangî hevdû kirin.

Werhasil, de ka em binêrin bê ka kîjan bi pirtûka xwe û kîjan jî bi ?ûrê xwe pir bawere.

Lê divê di nîrê wiha de û di pêvajoyên ku Tirk hevdû di neqeban de asê dikin, Kurd hay ji xwe û doxîna xwe hebin.

About The Author