Ev çi adet û tore ne wey bavoooo!

 

Di nava me de hinek adet û tore hene ya starrrrr, ne karê insana ye lo. Meselen zewac.

De binerin

Li Stenbolê taxa fatîh ê, xanima bi navê Suzan Yilmaz, ji alî xwarzîyê mêrê xwe ve hat kujtin û rebenê tamek ji jiyana xwe nekir. Suzan Yilmaz a ciwan û bedew, pi?tî ji mêrê xwe vediqete û hevdu berdidin, xwarzîyê mêrê wê Naîm Yilmaz derdikeve pê?îya wê û doza zewacê li inxala xwe dike, dixwaze bi jinxala xwe re bizewice.

suzan yilmaz

Werhasil, xuyaye Suzan Yilmaz jinek bi xîret e û ji Naîmko re dibê:”Binere Naîmo, kurê kerê, ez bi salan jina xalê te bûm û jinxala te me. Ma ne ?erm e ez rabim bi xwarzîyê mêrê xwe re bizewicim qe?mer, ma wê xelk nebêjin çi qûneko” û daxwaza Naîm Yilmaz a zewacê li nav çavê wî dixe.

Qûnekê Naîm Yilmaz jî bêyî ku li ?erm û xîretê bifikire, çima ku jinxala wî pê re nezwicîye, demançê derdixe û di bedena jinxala xwe de vala dike, rebenê dikuje.

Ez serê we neê?înim, Tirk bi jinxal û jinapên xwe re, bi metik û xaltîkên xwe re dizewicin.

Û em Kurd?

Em Kurd jî jina birayê xwe (jinbira xwe) re dizewicin yan jî mecbûr dimînin pê re bizewicin. Li gellek deverên Kurdistanê gava bira dimire, radibin jina wî li tîyê wê mehr dikin û pelûlê bi serê xw dadikin. Çima? Qa?o ji bo ku bûka wan bi kesekî xerîb re nezewice û namûsa wan nekeve bin ling û pîyan.

 Birastî min ti?tek fahm nekiriye gelî lotikvanan. Gava bûka meriv bi yekî xerîb re  bizewice bênamûsî ye, lê gava bira jina birê bîne çiye ez nizanim.

Ê de ka hûn bêjin law:

Çima Tirk bi jinxal û jinmamên xwe re û Kurd jî bi jinbirên xwe re dizewicin cîgerlerim?

Stenbol

About The Author