Ji Lotikxanê lêborîn

 

middle-finger

Xwendevanên Lotikxanê yên dilsoz, ji ber hin sedemên teknîkî em çend rojan ji we dûr man. Di wan rojên re? û tarî yên sibatê de xew nekete çavê me û me bi rojan ?îna Lotikxanê girt. Heta çend xortên xwîngerm derketin kolanan û hewl dan ku êrî?ê bibin ser dijminên Lotikxanê. Lê me nehi?t û me ?û?e û kevirên wan li feqîrên taxê belav kirin!

 Xwendevanên me yên ku tama lotikên germik û nermik standine ba? dizanin ku me heta niha dilê tu kesî nehi?tiye û zixurekî biçûk jî di serê tu kesî de ne ?ikandiye.  Lê ligel vê helwesta germik û nermik a Lotikxanê, em pê hesiyan ku hin xêrnexwaz bi riya teknolojiya hemdem êrî?ê tînin ser me. Ji ber van hincetan jî em neçar man ku çend rojan navberê bidin we?ana xwe.

Her çiqas me dîwarên Lotikxanê bi kevirên re? ên qelaçên Kurdistanê ristibin û me e?îreke bi ?ûr û mertalan ji bo parastinê danîbe jî, me nekarî em xwe ji van êrî?an biparêzin. Ji ber wê em lêborîna xwe ji we xwendevanên dilsoz ên Lotikxanê dixwazin û em dibêjin: „Heta tir di me de hebe emê li hemberî van êrî?ên rawestin“.

Hin êrî?ên hatine ser Lotikxanê ev in:

1-     Vîrusa Qûnek: Ev vîruseke ku di nav civakê de zû belav dibe. Lotikxanê jî nesîbê xwe jê girt û gelek nivîs bi vê vîrusê hatin herimandin û heta bû sedema rawestandina we?ana malperê.

2-     Vîagraya Garis: Li Tirkiyê bi ardê garis viagra çêkirin û hemû kesên ji wê hebê xwarin serî li Lotikxanê dan. Ji ber ku gelek kes li ber deriyê Lotikxanê civiyan, malik lê xerakirin û ji neçarî we?ana xwe ji bo demekê rawestand.

3-     Nezer: Lotikxane ji ber populerbûna xwe nezerî bû. Li gorî me bihîstiye ?êx û melayên Kurdistanê ji ber ku cemaeta Lotikxanê ji ya wan zêdetir bûye, hesûdî kirine û nezera wan lê ketiye.

4-     Nivîskarên Malperan: Gelek nivîskarên malperên Kurdî yên curbecur ji ber ku nivîsên wan weke Lotikxanê nayên xwendin, bi peyam û vîrusên elektronîk êrî? anîne ser Lotikxanê.

5-     Ajansên Nûçeyan: Gelek ajansên nûçeyan ji ber sixûrên peyamnerên Lotikxanê ber bi têkçûnê ve diçin. Van ajansan hemû hêza xwe ya li ser înternetê bi kar anîn û êrî?î malpera Lotikxanê kirin.

Xwendevanên hêja û gunikre?..

 Lotikxane wê ji niha û ?ûn de bi lotikên ge?tir û xwe?tir we?ana xwe bidomîne. Bê lotik nemînin….

Lijneya Rêveberiya Lotikxanê

About The Author