P. Kemal
Tezkere temam, ma dagîrkirin
Devliken Kelogirî
De here
B. Ronahî
Kerê bi xwe re neanî
L. Şêxo
Hûn ji Kurdan çi dixwazin?
A. Dûran
DEMA HESABDANÊ
B. Qendilê
Xuyaye mêr di gundê me de nemane!
R. Kal
KEÇELTÎ AN QÛNEKTÎ !
S. Îloz
One Minute Wan!
N. Çelîk
Girîngîya zimanê Kurdî û helwesta Karayilan
ARŞÎV | TÊKILÎ

Kilîlîllî, Sofî Xelef bû melle!


Lotikxane

Wek hûn zanin, Sofî Xelef diranek ji yên Lotikxanê ye û mêro ilmê sererd û binerd xwendiye, sofîyekî temam, mirîdekî ba? e. Lê me go de “êdî bes e” û em wî payedar bikin, stêrkekê lê zêde bikin û wî bikin melle. Ma sofîtî heta bi mirinê nabe, yan melle û yan ?êx.

sofi xelef

Axir, pi?tî ku me dît xelkê gundê “Kirac – Qelaç” ê bajarê Qersê ji xwe re li melleyekî digerin û ji bo dîtina melleyekî ba? dest bi xwendina dua kirine, me wek polîtburoya e?îreta Lotikxanê biryar da ku Sofî Xelefê xwe bi?înin bajarê Qersê û wî li wir terfî bikin, bikin Melle Xelef. Melle Xelef jî navekî xwe? û seksî ye haaaaa, bi ellawekîl tam li bejn û bala Sofîyê me tê..

Werhasilî kelam, niha Sofî Xelefê me ji Ewrûpayê bi rê ketiye, li kera xwe ya pi?tkurmî siwar e û berê xwe daye bajarê Qersê gundê Qelaç. Îcar ew û kera xwe di çend rojan de digihên bajarê Qersê nizanim, lê heger li Bûlgaristanê nebe qurbana çete, diz û kele?ên Bûlgarî û ?a?ika wî jê neyê dizîn ba? e.  Ji xwe sermaya Sofî Xelefê me ?a?ika wî ye. Hêvîya me ji xwedayê erd û ezmên ew e ku dizekên Bûlgar bela xwe di ?a?ika Sofîkê me nedin û namûsa ?a?ika wî nekin bexdûnis.

qers

Em serê we neê?înin gelî xwendevanan. Heger Sofî Xelefê me li bajarê Qersê, di nav wê sur û seqema 30 derecî de sax bimîne, ji xwe wê bibe Melle Xelef. Na heger xwe li ber lotikên berf û barana bajarê Qersê negirt û polî po?man bi ser me de vegeriya, emê wê stêrka “sofîtîyê” ji ser milên wî rakin, wî ?ût û rût bikin û wî bikin “Xelefo”.  

De xwedê alîkarê Sofî Xelefê me be û hêvîdarin wê kera wî di rê de nemire û ?erpeze nebe….

Ev nivîs 651 carî hatiye xwendin


Yek şirove heye - “Kilîlîllî, Sofî Xelef bû melle!”

  1. Yaho hun bi kîjan aqilî, bela xwe di Sofî Xelef didin???? De ka li vê rêzê bas binerin. ” e?îreta Lotikxanê biryar da ku, Sofî Xelefê xwe bi?înin bajarê Qersê û wî li wir terfî bikin, bikin Melle Xelef.” Bikin Melle Xelef….. Ha, welle wê Sofî Xelef wan stêrkê we di cîkî weyî misaîd xe. kuro lawo hun bi ci aqili xwe li Sofî rast dikin, ha?

Şirove bike