Xaltîka Fatê îmana mêran kir pênc qirû? law!

 

Hahooo, hawaaaaar û hawar! Ya staaaaar ji destê vê xaltîka Fatê! Ya rebbî, tu me ji lotikên îsotkî yên xaltîka Fatê, xaltîka dermana hemî derdan, delala ber dilê xortên cahil û simbêlboqên xaloyên sed û yek salî biparêze qerda?im, amîn!

Law we dît, xaltîka Fatê ji vir heta kêleka planeta Mars-ê bûye femînîstek kêfçî kuro, bi ?e? telaqan heger jê bê ewê kuna hemi mêrên Kurd dax bide û pa?ê jî wan berde çolê cîgerlerim.

adam1

 We dît bê xaltîka me Fatê çi qirasa nivîsê nivîsand û ?îretên bextewarîyê li me zilaman kir ne? Kuro em kirin kole, em kirin qûnalês, em kirin wek Bulent Ersoy law, waweylê! Na nizanim firaxan bi?on, na nizanim qûna zarokan bi?on, na nizaim tiliya xwe tên nav hingiv û têxin devê jina xwe, na nizanim wê li kolîna xwe kin û derxin seyranê, na nizanim bê destûra jina xwe neçin avdestxanê, eeerrrreeeekkkkkk! Ma law ev ne koletî be çiye xaltîka Fatê! Ma wîjdan û merhamet bi te re nemaye hey xwedê hi?tê! Yanî em qirasê zilaman, em simbêlboqên simbêlqeytan, em mêrên bi sed mêrî û rabin qûna zarokan bi?on ha!?

Werhasilî kelam xwendevanên birêz, xaltîka Fatê jinên me li me kirin agir û pizot û berdan nav ser û çavên me gelî xwendevanan.

umudum

Pi?tî ku xaltîka Fatê nivîsa “Ma hûn dixwazin bextewar bin” belav kir û tofan li serê me zilaman rakir, navbera min û jina min bûye quzilqurt û kafirkerafî. Çima? Çima ku jina min jî dixwaze ez bi ?îretên xaltîka Fatê bikim û jê re ta?tê çêkim, serê wê bi?om, nokên kelandî têxim devê wê, firaxan bi?om û jiyanek bextewar jê re biafirînim. Heheyyyyyy, welle yabo me kir tiiiiiirrrrrrrr! Aha qencîya ku xaltîka Fatê li me zilaman kir ev bû ha!

Îcar ez gilî û gazindên xwe dighînin serok, general, ba?çawî? û eskerên Lotikxanê û dibêjim:

Êdî bes e!

Ji femînîzma xaltîka Fatê re êdî bes e!

Xaltîka Fatê jin li me kirine wek mozên sor, em hew wêrin herin malên xwe, pitepita jinên me wek mîrkutên roja qiyametê li nav serê me dikeve. Yan wê xaltîka Fatê ?îretan li jinan jî bike, wan ha? bike û me ji derbên mîrkut, ?imik û pêlavên jinan xelas ke, yan jî ezê xaltîka Fatê bidim Dadgeha Mafê Zilaman û hûn sax, xelas!

Beranê Gunikre?

About The Author