P. Kemal
Wey dinyayê!
F. Devliken
BARANA HAVÎNÊ
B. Ronahî
DE VÊCAR PEYA HERE
L. Şêxo
Şabaş Apê Yilmaz şabas!
A. Dûran
Li jêr derdek, li jor hezar derd
B. Qendilê
Bahlûl û Muhsin Camêr!
R. Kal
QEY ÇAVÊ WE DI QÛNA WE DE YE ?
S. Îloz
Kurd çi naxwazin, ji çi ne razî ne?
N. Çelîk
Heta bi faşîstan jî henekê xwe bi BDP dikin
ARŞÎV | TÊKILÎ

Allerjî


Dr. Mihyedîn

Allerjî zîzbûna lebatan a li dijî maddeyên biyanî ye. Ji van maddeyan re Allergen tê gotin. Hinek maddeyên di nava xwarinan de, derman û maddeyên ku bi hewê re dikevin nava Sorsorkê (kezeba sor) hinek ji wan in. Ev madde ji lebatan re biyan tên.

allergi

Laş li hember van maddeyan -dijmadde-yan diafirîne. Ji van dijmaddeyan re -Antîkor- tê gotin. Ev madde di lêş de bersivên bi hinner (bi hêz) didin û ji pevçûna herdû aliyan allerjî çêdibe. Ne şerte go laş allergenan ji derve bistîne. Carna mîkrobên ku, di laş de bi cîh bûne û parazîtên di nava roviyan de jî, karin van allergenan bînin holê. Li dijî van maddeyan reaksiyona her lebatê ne wek hev e.

Xirabûna hormonan û a aşik, rovî û kezebê jî gelek caran dibin sedema allerjî yê. Mîkrob (bakterî), acizî û qehr, guherîna demsal û hewayê jî hinek sedem in. Zekem, astim û.w.d (û wekî din) di vê beşê dene. Allerjî kare îrsî jî (ji malbatê derbas bibe) bibe. Hêk, masî, çîlek, şîr û toza hundurê malê hinek ji van allergenan in.

alergi3

   Allerjiya toz’a çîçek û kulîlkan

Bi hatina demsala buharê re bi gelek kesan re zekem, hêsrên çavan, sorbûna dest û ruwan peyde dibe. Ji vê re allerjiya Polen tê gotin. Bi taybetî zarok di bin bandora vê allerjiyê de dimînin. Hinek alametê vê allerjiyê Pişkîn, Kuxîn, Herka Poz, Sorbûn û Şilbûna çavan in. Heger di dema xwe de ev allerjî neyê çareserkirin, kare bibe sedema înfeksiyona (îltîhap-elemgirtin) çavan, zekem û astima allerjîk.

 Di hemû allerjiyan de tehlûka herî mezin Şok’a anaflaktîk e. Ango, zehmetiyên bêhnstendinê ne. Ev zehmetî carna kare bibe sedema mirinê.

  Xweparastina ji allerjiya toza çîçekan (polen) zehmet e. Bi destpêka buharê re toza çîçek û kulîlkên daran û simbilên geya û çîmenan, bi hewê re dest bi firê dikin. Ev toz di hewa ziwa û bi bê re li her derê belav dibin. Bi piranî serê sibehê û berêvarî belav dibin. Ji bo vê, kesên allerjîk divê hay ji xwe hebin û heya ji wan tê di van wextan de zêde dernekevin derve.

alergi4

Heger kesên allerjîk zêde li derve mabin, êvarî gava hatin malê go karibin serê xwe bişon wê ji wan re baş be. Ev şûştin allerjiyê ji holê ranake lê kare bandora wê kêmtir bike. Çareserkirina allerjiyê zehmet e. Ji ber vê jî divê meriv têkiliya xwe ji  Doktor nebire û li gor şîretên wî tevbilive.

Ev nivîs 67 carî hatiye xwendin


Şirove bike