P. Kemal
Wey dinyayê!
F. Devliken
BARANA HAVÎNÊ
B. Ronahî
DE VÊCAR PEYA HERE
L. Şêxo
Şabaş Apê Yilmaz şabas!
A. Dûran
Li jêr derdek, li jor hezar derd
B. Qendilê
Bahlûl û Muhsin Camêr!
R. Kal
QEY ÇAVÊ WE DI QÛNA WE DE YE ?
S. Îloz
Kurd çi naxwazin, ji çi ne razî ne?
N. Çelîk
Heta bi faşîstan jî henekê xwe bi BDP dikin
ARŞÎV | TÊKILÎ

AXATIYA HEMÎD DERWÊŞ BÛ SEDEMA TEVLÎHEVIYA PARTIYA (PDPKS) LI SÛRIYE


Guhdarvan

 

Li ser bext û dengûbas û fesadiyên malper û BBC ên Kurdên rojava be, hatiye xuyakirin ku carek din axayê axan, motikê ji hezar salan ve, ji ber berdewamiya axatiya xwe, bû sedema tevilheviya partiya xwe. Di wê tevilheviyê de, rewşenbîrê mezin, serbilind û difin li ban, serkêş Fêsel Yusif, jiyana xwe ya endametiyê ji dest da û ciwamêr ji aliyê xwe ve tenê daxuyaniyek da. Lê mixabin, ji berku min di debistanên Erebî de nexwendiye, min baş ji wê beyannameyê nasnekir. Lê hezar rihmet li gora bavê wî  xwendevanî be, ku ji Kurdên me yên Sûriyê bû,  naveroka bersîva wî qehremanî ji bo axayê axan (Hemîd Derwêş) bi rengê han şirove kir.

FEYSEL HEMIT

Li ser bextê xwendevanê me yê pêçe qelemî be, ku, rewşenbîrê serbilind û difin li ban, serkêş Fêsel Yusif, jiyana xwe ya endametiyê ji dest daye,  wusa rahihandiye û bi dilek germ û bê tirs gotiye: „Di roja 22-01 an de, daxuyaniyek ji aliyê birêz Hemîd Derwêş ve û bi nave komîteya navendî ya ku belangaz û perîşan e, ji bo tevahiya hêzên niştîmanî, ragihandiye ku ji îro û pêve tu pêwendiyên endamê komîteya navendî yê berê Fêsel Yusif, bi partiya me ve nemaye. Ji îro ve mafê wî nine bi navê Partiya Demokrata Kurd li Sûriye biaxive û kar bike“.

Lê rewşenbîrê mezin, serbilind û difin li ban, serkêş Fêsel Yusif, ku wek kesekî reformxwazê partiyê tê nasîn, di daxuyaniya xwe de gelek fîşek û bi tvingan li axayê axan dide û wî wek kesekî   êL û eşîretçî bi nav dike. Piştre jî dibêje:“ Sekretêrê me, wek Donkîşot di nav partiyê de çep û rast firçeyên xwe yên ne rewa davêje“.

Lê li ser bext û BBCan be, ku dibêjin: „Axayê axan Hemîdê Derwêş, ji tirsê kursiya xwe re ew gav avêt, ta ku serkêş Fêsel Yusif piştî barkirina wî cîh negire û dem û dewranê ji birayê wî Dr. Selah nestîne“.

Lê wek ajansa Lotikxanê agahdar e ku kesên Donkîşotwarî kar dikin, kesên zane û rewşenbîrên netewî naxwazin û her rojê şerê alî yan kesayetiyekî dike. Ji aliyekî ve bi eşkere di cadeyên Şamê de dimeşe û jiyana xwe dewam dike. Gelo ev çi sekretêrê partiyek opozisyon, qedexekirî û neyasayî ye ku bi eşkere hatûçûna welatan dike û tu zilamên dewletê dengê xwe jê re nakin..?

Fêselê me, bi 52 telaqan sûnd xwariye ku vê tirrê ji axê axan re nahêle, wê reformê bike û %65 helwestên dost û endamên wê partiyê ligel wî ne.

Lê bi şeş telaqên jinberdanê, nûçeyên pîjane û piştrast ketine destê Lotixanê ku dibêjin: „Wê di demek nêz de axayê me hewil bide serdana herêma Kurdistanê bike ta ku xwe ji wê firtone û ba û bahozê rizgar bike“ filan û fîstan.

Çavkaniyek agahdar jina xwe ji xwe berda û ji Lotikxanê re ragihand ku Hemîd Derwêş, siyasetmedarê rojavayê mezin û bi nav û bang Salih Gedo, bi wê tevilheviya nava partiyê tawanbar dike ji ber ku di çend salên borî de navborî di gel giropek mezin ji partiya axê cuda bibûn. Wek tê zanîn ku tu serkirdeyekî Kurdên Sûriyê bi axê nikarîbûn ji xêrî  Salih Gedo. Ji ber ku gelek serkirdeyên radîkal li hember axê hebûn, lê di vê dawiyê de ewna jî teslîm bûn û li ser qûna xwe rûniştin. Yek ji wana Endezyarê perçekirina tevgera Kurd li Suriyê Fuad Elîko ye, her bi wê sedemê jî partiya Elîko jî di kongireya xwe ya dawiyê de perçe perçe bû.

Ewê ku ji aliyê  axê ve li ser Salihê Gedo tê gotin, ta niha jî ji aliyê Salih Gedo û Fêselê me ve nehatiye şirovekirin.

Lê peyamnêrên Lotikxanê di gerê de ne, bi derzî û şûjinan lêkolînê dikin da ku encamên nû û teze bighînin ber destên xwendevanên hêja. Peyamnêrên me niha li Kurdistana Şamê, Beyrûd, Hewlêr û li Kurdistana navbera Nisêbîn û Qamişlokê di kemîna fitne û fesadan de ne da ku wan têxin xefikê û agahdarîyên zêdetir bi dext bixin. Li bende me bin yabo qurban…..

01.02.2010- Kurdistan

Ev nivîs 101 carî hatiye xwendin


Şirove bike