P. Kemal
Wey dinyayê!
F. Devliken
BARANA HAVÎNÊ
B. Ronahî
DE VÊCAR PEYA HERE
L. Şêxo
Şabaş Apê Yilmaz şabas!
A. Dûran
Li jêr derdek, li jor hezar derd
B. Qendilê
Bahlûl û Muhsin Camêr!
R. Kal
QEY ÇAVÊ WE DI QÛNA WE DE YE ?
S. Îloz
Kurd çi naxwazin, ji çi ne razî ne?
N. Çelîk
Heta bi faşîstan jî henekê xwe bi BDP dikin
ARŞÎV | TÊKILÎ

AXAYÊ XOWARDE Û PORZERÊ


Rêwîyê Kal

 

Zemanekî axa û dewlemendê Kurdan tiştek dikirin mehne û berê xwe didan Enqereyê. Diçûn li wir xowardetî dikirin ku kes nebîne û ne bihîze.Yek ji wan guhjêkirîyê kevin diçe ku li wir bi xatûnekê re bikeve lotikan. Di bara otêlê de bala wî jinek porzer û xweşik dikşîne. Simbêlê xwe ba dide û vexwendina maseya xwe dike. Xatûna porzer tê  rûdinê. Dikevin suhbetê, dixwin û vedixwin.

sarisinafetus1

Axa dibê: “ De keremke em biçin odeya min heyatim “.

Porzerê dibê: “ Tu îşev mêvanê ser gerdena minî, keremke em biçin mala min hêj  xweştir dibe „.

Axa bi vê gotina pozerê pir memnûn dibe. Derdikevin derva, axa ber bi trimbêla xwe di meşe.

Porzerê dibê: “ Fermo ez benî “.

Axa gava mêze dike çi bibîne!

Jîpek qirase û bi modêl e ya porzerê. Siwar dibin berê xwe didin mala xatûna porzer.

Li ber keşaneyek baş disekine û peya dibin.

Porzerê dibê: “ Delalê min fermo, ev mala min e “.

Axa dev vekirî dimîne û difikire: “ Ev porzera xweşik û rindik û bi ser de jî dewlemend bû nesîbê min,  xwedêyo tu pir mezinî ! “

Axayê xowarde çawa dikeve malê, diçe odeya razanê xwe tazî dike û ji bo lotikan xwe amade dike.

Porzerê dibê: “ Tu pir lez dikî, ka bise ez jî  amade bim û bêm “.

Porzerê diçe serşokê ber neynikê boyaxa rûyê xwe paqij dike û tê odeyê. Axa bala xwe didê sikûmê wê guherîye û qe ne rindik e.

Axa dibê: “ Ê de were lê, ez li benda te me û tebat nakim “.

Porzerê perûkê serê xwe derdixe, paşê bijangên pêvekirî  derdixe. Axa matmayî dimîne, porzer dom dike. Diranên xweyê çêkirî derdixe. Memikên pêvekirî derdixe…

Axa dinêre ku pîrekek keftor e, hêdî hêdî ji nav nivînê derdikeve, dest diavêje şalê xwe ku  li xweke.

Porzerê dibê: “ Tu bi kuda diçî, hindik ma bise ez va hatim “.

Dengê axa ji alûlê tê û dibê: “ Ez bawerim quzê te jî  pêvekirî ye, bi xatirê te “ û direve, ji  malê derdikeve û por poşmam dizîvire otêlê werhasil.

Îcar haya we ji porzerên rindik hebe gelî xwendevanan. Her porzerên rindik wek „horîyên bihuştê“ nebînin gidî. Ji bo wan qehpikan mala xwe mîrat nekin. Elawekil  hûnê derpê xwe li kuçan li xwe kin û rezîl bibin ha!

Bi serê mele Îso yê topal, xowardetî ne karê her kesekî ye û ne hêsane jî. Piştre nebêjin xalê me Rêwîyê Kal ji me re negot cîgerim…

27.01.2010- Kurdistan

Ev nivîs 112 carî hatiye xwendin


Şirove bike