P. Kemal
Wey dinyayê!
F. Devliken
BARANA HAVÎNÊ
B. Ronahî
DE VÊCAR PEYA HERE
L. Şêxo
Şabaş Apê Yilmaz şabas!
A. Dûran
Li jêr derdek, li jor hezar derd
B. Qendilê
Bahlûl û Muhsin Camêr!
R. Kal
QEY ÇAVÊ WE DI QÛNA WE DE YE ?
S. Îloz
Kurd çi naxwazin, ji çi ne razî ne?
N. Çelîk
Heta bi faşîstan jî henekê xwe bi BDP dikin
ARŞÎV | TÊKILÎ

Beqlawexane!


Cemîl Cewher

Xwedê heye, başûrê Kurdistanê bi destê şîrketên Tirk tê avakirin. Xwedîyên piranîya wan şîrketan jî wextekî bi tundî dijminatîya Kurdan dikirin û bawerin gellek ji wan hîn jî wê dijminatîya xwe didomînin. Lê çavê berjewendî û peran kor be, petrol û dewlemendîya başûrê Kurdistanê wilo kiriye ku dijminên Kurdan parçeyek ji Kurdistana mezin bi destê xwe avadan bikin û Kurdekanên me jî çavên xwe ji wan re bigrin, sermaya başûrê Kurdistanê biherikînin xezîna şîrketên Tirk. Di vir de tenê xwedê zane bê çend milyon û milyar dolar dikevin bêrîka gendel û bertîlxuran heta ku ew şîrketên Tirk wan îhaleyên qirase distînin. Naxwe ew milyoner û milyarderên Kurdekan çawa çêbûn? Çawa bûn milyoner û milyarderên dolaran?

45821cb2b196caa401a09423c001afba8f3c3b27_375x270

Werhasil, xwedê hîn zêdetir çavên wan gendel û bertîlxuran bi dolaran dagire rebbî. Çawa be ji hinekan re Kurdistan murdistan tenê bêrîka wan e û hestên netewî li cem wan pênc qirûşên xerabe nake. Aferîn canekem!

Gelo li bakurê Kurdistanê şîrketên Kurd tunene? Yan şîrketên Kurd ên ku karê avadanîyê dikin wek Tirkan ne zîrek û jêhatî ne? Belê bi serê Îsa û Mûsa hem zîrek in, hem jêhatî ne û hetta karin tirrê ji şîrketên Tirkan jî berdin. Lê çima xwelîliserên Kurdên bakur nikarin ji dewlemendîya parçeyek xaka xwe gezek nan bixwin, ciyê şik û gumanê ye. Lê cîgerim Tirkekan karin îhaleyên bi milyon û milyar dolaran bistînin û tew kakacanên me jî ha ha ji wan re li çepikan dixin, bi hella hella beşdarî merasîmên wan dibin. Dîsa aferîn canekem!

Birastî mesela min ne li ser başûr bû û tew min nedixwest êdî ez behsa başûr û başûrîyan jî bikim. Lê cîgerim Gurkan Uygun hişt ku dîsa ez wan bînim ser zimanê xwe û gunehên xwe girantir bikim.

Li ser bextê gendel û bertîlxurên bajarê Hewlêrê be, dibêjin lîztikvanê rêzeflîmê “Gelîyê Guran – Kurtlar Vadisi” cîgerim Mematî (Gurkan Uygun), li Hewlêrê bûye dikandar û wê dest bi firotina beqlawa “Gulluoglû” bike. Wey li ser xêrê be û xwedê bikim başûrê Kurdistanê bibe “Beqlawexane”ya şîrketa Gulluoglû rebbî.

Hûn dibînin ne wilo gelî xwendevanan?

Hetta bi beqlawefiroşên Tirk jî dixwazin başûr dagîr bikin û bibin şirîkê perên başûrîyan. Yan beqlawefiroşên Kurdên bakur miribûn? Yan beqlawefiroş di nav Kurdên bakur û rojava de tunebûn?

Îcar hesab li cem we gelî lotikvanan.

Lîztikvanekî Tirk bê dikana beqlawê li Hewlêrê veke û walîyê Hewlêrê Newzad Hadî jî rabe beşdarî merasîma vekirina dikana beqlawê bibe!? Yanî ev ne kar û lîztika zarokan be çiye gelo? Qiraseyekî wek walî li şûna ku beşdarî merasîmên wezîr, serokdewlet, general û mareşalan bibe, radibe xwe dixe sewîya lîztikvanekî ku ez bawerim yan “hevalê partîya faşîst MHP” ye û yan jî her ji Kurdan hez nake.

Ma ev karê aqila ye? Yan ez şêt û dîn bûme û xelet difikirm?

Law we dikanek bidaya me lotikxanecîyan,  meyê ji Gulluoglû xweştir û şîrîntir beqlawe ji Hewlêrîyan re çêkira kakacan! Hem jî meyê navê dikana xwe jî bikira “Beqlawe made în Lotikxane!”

Yan nedibû?

Gelo wê kek Newzad Hadî û berpirsên din beşdarî merasîma “Beqlawexaneya Lotikxanê” jî bibûna yan na nizanim, lê ez sedî sed bawerim ku wê dîsa li ser deftera xwe binivîsandina:

Geyayê hewşê tehl e kaka….!!!!

07.02.2010- Hewlêr

Ev nivîs 198 carî hatiye xwendin


Şirove bike